TJA û HDP'ê li Stewrê serdana gel kir

  • jin
  • 19:32 22 Mijdar 2022
  • |
img
MÊRDÎN - TJA û HDP'ê têkildarî bernameya 25'ê Mijdarê li Stewrê serdana gel kirin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya xebatên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, li gundên Elfan û Barmanê yên navçeya Stewrê ya Mêrdînê serdana malbatên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, malbatên girtiyan û gel kirin. Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar, Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Berîvan Bahçecî, endamên HDP, TJA û Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê jî ji bo serdanan li wir amade bûn.
 
Pêşiyê heyet, serdana gundê Elfanê û piştre ya gundê Barmanê kir. Di serdanan de gel, bi dilgermî heyetê pêşwazî kir. Di serdanê de pirsgirêkên jinan û civakê hatin nîqaşkirin.