Platforma Yekitiya Jinan: Jinan serî netewandin, pêşengtiyê dikin

  • jin
  • 10:30 25 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Yekitiya Jinên Kurd hemû tundiyên li ser jinan şermezar kir û wiha got: “Jin ji dîrokê heya îro li hember desthîlatdarî, şer û pergala mêran têkoşîna dane û têkoşîna xwe didomînin.”
 
Platforma Yekitiya Jinên Kurd bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Jinan, daxuyaniyeke nivîskî da. Platformê bal kişand ser têkoşîna jinan a li dijî pergala desthilatdarî, şer, zilamsalarî, tundiya mêran û got ku êw jî dirokê ber bi îro ve têdikoşin û dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
TUNDIYA JINÊ TUNDIYA NIRXÊN CIVAKÊ YE
 
Platformê di daxuyaniya xwe de tundiya li ser jinê şermezar kir û da zanîn ku tundiya li ser jinê, tundiya li ser nirxên civakê ye. Platform ji hemû jinên têkoşer û berxwedêr re serkeftinê xwest. Di berdewamê de bal kişand ser têkoşîna jinan a domdar û wiha got: “Ji dîrokê heya îro li hemberî desthilatdarî, şer, sîstema mêran û  tunehesibandina jinan têkoşîn dane û  têkoşîna xwe didomînin.”
 
‘JI BERXWEDÊRIYA JINA KURD DITIRSIN’
 
Platformê li ser kuştina Jîna Emînî ya ji aliyê "polîsên exlaqê" yên rejîma Îranê ve hatiye qetilkirin sekinî û da zanîn ku qetilkirina wê bû sedema raperîn û serhildana ku rejîmê dihejîne. Di dirêjiyê de Platformê bi bîr xist ku hêzên mêtinger ji berxwedêriya jina kurd ditirsin, dibin hedefa wan û wiha domand: “Li başûrê Kurdistanê Nagihan Akarsel ji aliyê  sîxurê dewleta dagirker ve hate kuştin. Leyla Guven û Ayşe Gokhan jî tê de bi sedan jinên siyasetmedar kirine hefs û zindanan. Ji aliyê din ve jinên kurd ên êzdî di destê DAIŞ’ê de ne û bêdengiyeke tirsnak heye. Dagirker hewl didin ku jinên kurd ji kesayet û nirxên wê bi dûr bixin û dijî jinan bi tiryak, bêhişker, destdirêjî û êrişên birûmetkirinê pêk tînin.” 
 
JINA KURD SERÎ NETEWAND PÊŞENGTÎ KIR
 
Di dirêjiya daxuyaniya xwe de Platform destnîşan kir ku jin ne tenê di 25’ê Mijdarê de, bi salan e li dijî pergala serdestiyê û tunehesibandinê li ber xwe didin û wiha pê de çû: "Bi salan e ku jinên kurd, ji bo civakek azad û exlaqî, ji bo wekheviya zayendî û xwebûnê, li dijî nijadperestiyê, berxwedaneke bêhempa didin. Ji Leyla Qasim, heta Sara, Sêvê, Nagîhan Akarsel û Jîna Emînî li Kurdistanê jin herdem bûne hedefa pergala mêr.  Jin bi tundî û qirkirinê re rûbirû mane. Lê jina kurd tu carî serî netewandiye û herdem jî pêşengtiya têkoşînê kiriye.”
 
KURDNO ÊDÎ BIBIN YEK!
 
Di dawiya daxuyaniya xwe de Platform li ser girîngiya yekdengîya kurdan sekinî û ev tişt anî ziman: "Dagirker tehemûlê destkeftiyên jinan nakin, êrişî Rojava dikin û destkeftiyên jinan desteser dikin. Berxwedana jinên kurd bi dirûşma 'jin, jiyan, azadî' li hemû cîhanê belav bû. Ji bo parastina destkeftiyên gelê kurd û azadiya kurdan, çareseriya bingehîn li dijî tundî û polîtîkayên tunehesibandinê ya serdestan bi pêşengiya jinên kurd Yekitiya Neteweya Kurd e! Kurdno êdî bibin yek!”