Malbata ku keça wan di welidandinê de mir: Xemsarî heye

  • jin
  • 14:09 26 Mijdar 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Ayşegul Gok a 9 mehî ducanî bû, li Silopiyayê di dema sezaryenê de jiyana xwe ji dest da. Malbata wê jî diyar kir ku ev yek "xemsarî” ye, nexweşxane berpirsiyar e û diyar kir ku dê gilî bikin. 
 
Ayşegul Gok a 21 salî ku li navçeya Silopiyaya Şirnexê 9 mehî ducanî ye ji bo muayeneya rûtîn çû Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Tevî ku êşa wê ya welidandinê nebû jî, Gok ji bo weladandina sezaryanê hat emeliyatkirin û piştî welidandinê ew birin servîsa normal. Gok ku şevekê li nexweşxaneyê mabû, îro danê sibê jiyana xwe ji dest da.
 
Malbata Gok diyar kir ku keça wan di encama xemsariya doktoran de miriye. Malbatê got ew ê giliyê nexweşxaneyê bikin û sedema mirina wê jî wek “biguman” hat tomarkirin.  
 
Cenazeyê Gok dê li navçeya Silopiya were veşartin.