Encamnameya SKM: Em ê îsyana xwe veguherînin şoreşê

  • jin
  • 17:43 25 Adar 2018
  • |
img

STENBOL - SKM’ê encamnameya 4'emîn Kongreya xwe aşkere kir û wiha got: “Em ê dest ji têkoşîna jinê û bilind kirina dengê aştiyê bernedin. Emê hêviyên Şoreşa Jinên Rojava mezin bikin û îsyana xwe veguherînin şoreşê.”

4’emîn Kongreya Giştî ya Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) a bi şîara “Em ji bo aştî, jiyan û azadiyê xwe bi rêxistin dikin” li Navenda Su Gosterî pêk hat, bi dawî bû. Di kongreyê de 39 Endamên Meclîsa Giştî hatin diyar kirin. Hat diyar kirin ku navê endaman dê dûre bi rêya  çapemeniyê bên parvekirin.  Piştre encamname ya kongreyê hat xwendin.
 
Encamnameya 4’emîn a Kongreya Giştî ya SKM’ê wiha ye: “Em jinên karker, kedkar, Tirk, Kurd, Laz, Çerkez, Erep, Sunnî, Ewlewî û LGBTÎ ji bo bihar û raperîna xwe bi rêxistin bikin, li hev civîyan. Me îro cardin fam kir ku rêhevalên me yên jin ên li dijî hişmendiya desthilatdariya zilam hêzê didin me hene. Jiyana me ya bi ken, dê bi vîn, aqlê jinê û têkoşîna rêxistin kirî bi hêz bibe.”   
 
‘HÊZA SERKEFTINÊ BI ME JINA RE HEYE’
 
AKP’ê li dijî hebûna jinê şer daye destpêkirin, lê hêza serkeftinê jî bi me jina re heye. Bi dagirkirina Efrînê re li welat nijatperestiyek mezin pêş ketiye. Di xwazin Şoreşa Jinan a Rojava ku bû hêz û moral ji hemû jinên cîhanê bifetisînin. Jinên Rojhilata Navîn bi cesareta Barîn Kobaniyan li ber xwe didin.  Li dijî talankirina bedena jinê ya di şer de, Şoreşa Jinan a Rojava bû hêviyek mezin. Jinan bi vê hêviyê têkoşîna xwe mezin kirin û erka xwe veguherand şoreşa raperîna jinan. Li gel hemû êrîşên AKP’ê yên li ser jinan, emê dest ji parastina aştiyê bernedin. Em 4’emîn kongreya xwe di şexsê Barîn Kobanê de, diyar hemû jinên Efrînê, di şexsê Marîelle Franco diyarî hemû jinên Brezilya, di şexsê Emanî Al Rahmûn de diyarî hemû jinên penaber, di şexsê Nevîn Yildirim a parastina xwe ya çewherî kirî diyar3ı hemû jinan û  di şexsê Hande Kader de diyar hemû LGBTI’yan dikin.  Em hemû jinên girtî yên li Fîlîstê, Îran, Tirkiye û Kurdistanê silav dikin.”