Şideta polîsan û binçavkirina jinan şermezar kirin

  • jin
  • 20:33 30 Mijdar 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Jin Bi Hev Re Bihêz in (KGB), şideta polîsan a li jinan û binçavkirinan jinan protesto kir. Di çalakiya protestoyê de hat diyarkirin ku têkoşîn sînoran nas nake û hat xwestin ku jinên hatine binçavkirin demildest bên berdan. 
 
Jin Bi Hev Re Bihêz in (KGB) a Îzmîrê, şideta polîsan a di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê û binçavkirina jinên ku di operasyona navenda wê Enqere de hatibûn binçavkirin, protesto kir. Jinên ku li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê ya li Alsancakê li hev kom bûn, pankarta li ser "Jinên hatine binçavkirin bila bên berdan. Ne jinan, kujeran bidarizîne. Têkoşîna jinan nayê astengkirin" nivîsandî vekirin û dirûşmeyên "Em ne kuçeyan ne qadan naterikînin", "Em huş nabin, natirsin, serî natewînin", "Bijî berxwedana jinan" û "Jin, jiyan, azadî"yê berz kirin. 
 
Li ser navê KGB'ê Mehtap Alîşan metna daxuyaniyê xwend. Alîşanê bal kişand ser şideta feraseta zilamsalariyê û got ku li her derî jin bi îşkenceyê hatine binçavkirin. Alîşanê bibîr xist ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de, li 14 bajaran der barê 50 jinan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" biryara binçavkirinê hatiye dayîn û got ku di avaêtina ser malan de gelek jin hatine binçavkirin. Alîşanê wiha domand: "Em careke din dubare dikin. Dîwarên ku hûn li ber jinan lêdikin, bêhûde ne. Çawa ku tevî hemû qedexeyên we yên kêfî jî em li kuçeyan li dijî şidetê piştevaniyê xurt dikin, em ê niha jî li ber xwe bidin. Hûn îro me bigirin, sibê em ê cardin dakevin kuçeyan. Ji bîr nekin em tenê ne ev qelebalixiya li cem hev in. Em afirînerên şoreşa jinê ne. Jin dê li kuçe û kolanan têkoşîna xwe bidomînin. Têkoşîna me ne sînoran ne jî astengiyan nas dike."
 
Alîşanê xwest ku jinên hatine binçavkirin demildest bên berdan.