Hejmara 51’an a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derçû

  • jin
  • 14:55 1 Kanûn 2022
  • |
img
STENBOL - Hejmara 51’an a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi manşeta “Her ku berxwedana jinan mezin dibe faşîzm êriş dike” hate weşandin. 
 
Pêveka Jinê ya Rojnameya Yenî Yaşamê ku 15 rojan carekê tê weşandin, hejmara 51’an weşand. Hejmara nû bi manşeta “Her ku berxwedana jinan mezin dibe faşîzm êrişan dike” derçû. Di hejmara nû de jinan bal kişand ser têkoşîna jinan a li seranserî cîhanê belav dibe, bandora tevgera jinên kurd a di têkoşîna li dijî faşîzmê de. Di heman demê de êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrişên li dijî çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî, êrişên li dijî jinên kurd û pergala azadîxwaziya jinê ya Rojava hatine nirxandin.
 
Nivîsên di hejmara nû de hatine dayîn ev in: 
 
Faşîzm hêza herî mezin dike hedef/Gotubêja bi Ayşe Acar Başaran re - Hîcran Urun
 
Faşîzma Patriyarka û raperîna femînîst/ Hulya Osmanagaoglû
 
Avakirina alternatîfê jiberkirinên heyî hilweşand/ Halîde Turkoglû
 
Hiqûqa Îslamê ferz dikin/Gotubêja bi Yelda Koçak re – Neslî Şahîner
 
Têkoşîna jinê nikare bê astengkirin/ Yuksel Mutlu
 
Tirkiye dixwaze Şoreşa Rojava bi birçîbûnê bikuje/ Anna Rebrii Jihan Ayo
 
Dem dema jinan e / Saîme Topçu