Ew biçûk hatiye zewicandin lê niha li dijî vê têdikoşe

  • jin
  • 09:12 21 Kanûn 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Dayika Aştiyê Necîha Çakir a ku di temenê biçûk de tê zewicandin diyar kir ku di wî temenê xwe de bi xizanî û tundiyê re rûbirû dimîne. 
 
Li ser vê erdnîgariya ku bi sedsalane jin tune hatine hesibandin, di heman demê de zarok bi temenê biçûk hatine zewicandin û hemû mafên wan hatine binpêkirin. Li Kurdistanê ku civaka hişmendiya mêr serdest e bi salan jin bi kuştin, tundî û bi zewicandina di temenê biçûk de rûbirû mane. Dayikên ku di temeneke biçûk de bûne qurbaniyê vê hişmendiyê niha li ber xwe didin ku jineke din nebe xwedî heman serpêhatiyê. Yek ji jinên ku di temenê xwe yê biçûk de hatiye zewicandin, bi tundiyê re rûbirû maye û keda wê hatiye binpêkirin jî endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Hezexê Necîha Çakir a 60 salî ye. 
 
Çakir a ku hê biçûk e dayik û bavê wê dimirin ji aliyê endamên malbatên dîtir ve di temenek biçûk tê zewicandin. Çakir piştî ku jê mezintir re tê zewicandin hemû karên malê jî li ser milê wê dimîne û têkoşîna wê ya li dijî xizaniyê jî dest pê dike. Çakir vê carê tenûra ku di dema lîstika heriyê de hîn bûye, ne ji bo lîstikê, ji bo debara malê bike dest bi çêkirina wan dike. Di wî temenî de tenûrê çêdike, difiroşe û bi vî awayî debara malê dike. Çakir anî ziman ku ew dema ku tenûr çêdike zarokatiya wê ya ku hatiye windakirin tê bîra wê. Çakir got ew têdikoşe ku zewicandina di temenê biçûk de bê bidawîkirin. 
 
BI XÎZANÎ Û TUNDIYÊ RE RÛBIRÛ DIMÎNE
 
Çakir anî ziman ku ew hatiye vî temenê xwe heta niha bi gelek zor û zehmetiyan re maye û têkoşîneke bêhempa daye û serpêhatiya xwe wiha vegot: "Ez dema ku hatim zewicandin ez biçûk bûm. Ez tenê bûm. Dema ku ez zarok bûm dayik û bavê min wefat kirin. Malbatê jî min zewicand. Min digot qey listîke. Di wê demê de ji tirsê pêvetir min tişteke din hîs nekir. Piştî ku min zewicandim zehmetiya min girantir bû. Bi qasî ku hûn bixwazin tundî li min hat kirin. Min gelek zehmetî dit. Gelek xîzanî dit. Tundî û xizantî bi hev re hebû. Hem xîzanî û hem jî tundî barekî geleke giran bû. Min lihêv çêdikirin, min kincê xelkê dûrin, tenûr çêdikir. Di wî temenê xwe yê biçûk de ez bûm dayik. Di wî emrê xwe de min karê xwe jî dikir û yê xelkê jî dikir. Em jin li zarokan dinêrin, firaqan dişon, nan çêdikin, xwarinê çêdikin û karê zilaman jî dikin. Lê her carê dibêjin,'jin tiştek nakin' keda me nayê ditin û her carê tê binpêkirin."
 
BI ÇÊKIRINA TENÛRAN DEBARA XWE DIKE 
 
Çakir bi lêv kir ku dema dixebitî xwe baş hîs dikir û ku heqê keda xwe standin wê keyfxweş dike û wiha domand: "Min paletî dikir û karê malê dikir. Ez diçûm malên xelkê tenûr nedidan min. Ez gelek pê diêşiyam. Min jî bi wî aqlê xwe yê ku hê biçûk bûm, dest bi çêkirina tenûran kir. Hê jî çêdikim. Hemû gundî dihatin ji min tenûr dikirîn. Keda destê mirov xêr e. Mirov pê serbilind e. Îsal min 3-4 tenûr firotin. Ez gelek caran ji xelkê re beleş çêdikim. Heke ez kar nekim sebra min nayê."
 
'JIN JIYAN AZADÎ'
 
Çakir diyar kir ku erka her jinekê ye ku xwedî li heqên xwe derbikeve û got: "Piştre min di nav xebatên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Hezexê de cih girt. Ev 10 sal in ez Dayika Aştiyê me. Dixwazim ku her jinek xwedî li xwe û keda xwe derbikeve. Heqê me hene û divê ku em biparêzin. Bila bes keda destê me bê binpêkirin. Ew kesê ku hebûn û keda jinan ji tevahiya cîhanê re daye qebûlkirin ez spasdarim. Jin jiyan azadî." 
 
MA / Zeynep Dûrgût