‘Helwesta desthilatê rê li ber tahde û destdirêjiyê vedike'

  • jin
  • 09:14 22 Kanûn 2022
  • |
img
WAN - Rêvebera Komeleya Jinan a Starê Serap Guvenç diyar kir ku di 10 salên dawî de bûyerên destdirêjiya li zarokan ji sedî 700 zêde bûne û got: "Tekane tiştak u ev desthilat ji bo jinan û zarokên keç wehd dike mirin û koletî ye. Lê çalakiyeke civakî dikare pêşî li ber vê bigire." 
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê her diçe detsdirêjiya li zarokan zêde dibe. Li gorî daneyên Wezareta Dadê; di sala 2021'ê de di çaçroveya sûcên destdirêjiya li zarokan de 29 hezar û 822 doz bi dawî bûne. Her wiha dîsa li gorî daneyên wezaretê di îstatîstîkên edlî yên 2021'ê de 50 hezar û 370 kes ji ber "sûcên li hemberî parzêbendiya zayendî" ketine ber dozê û ji van dozan 20 hezar û 459 jê yên "destdirêjiya li zarokan" in. 
 
Rêveberê Komeleya Jinan a Starê Serap Guvenç ku bûyerên destdirêjiya li zarokan nirxandin, diyar kir ku polîtîkayên desthilata AKP'ê dibin sedema zêdebûna sûcên li dijî zarokan. Guvenç diyar kir ku her roj herî kêm zarokek rastî destdirêjiyê tê û got: "Bûyerên destdirêjiya li zarokan ne ew bûyerên ku tenê bi daxuyaniyeke çapemeniyê di ser guh re bên avêtin. Detsdirêjiya li zarokan wekî bûyerên takekesî divê neyên qebûlkirin. Detsdirêjî êdî veguherîne pirsgirêkeke civakî. Dozên destdirêjiya li zarokan di 10 salên dawî de ji sedî 700 zêde bûne. Ev dane tenê yên di çapemeniyê de belav bûne. Lê em dizanin ku li çar aliyên welêt her roj bi dehan dozên di vî warî de vedibin." 
 
Guvenç destnîşan kir ku zarokên keç di bin navê "zewacê" de bi salan rastî destdirêjiyê hatine û got ku desthilat divê êdî bibîne ku peyamên ji bo şermezarkirinê vê pirsgirêkê çareser nakin. Guvenç bilêv kir ku her bûyereke destdirêjiyê nîşan dide ku bê ev çawa gav bi gav hatine hûnandin û got: "Piştî detsdirêjiya li Weqfa Ensarê wezîra wê demê gotibû, 'ji carekê tiştek dernayê.' Ev gotina wê bûye sedem ku zarokeke 6 salî têxin odeya tarî ya endamekî terîqetê yê 30 salî. Zimanê desthilatê û pêkanînên wê jinan û zarokan kirine hedefa her cure tahdeyê." 
 
Guvenç anî ziman ku helwesta desthilatê rê li ber her cure tahdeya li jinan û zarokan vedike. 
 
‘DESTHILAT MIRINÊ WEHD DIKE'
 
Guvenç bibîr xist ku piştî fesixkirina Peymana Stenbolê, niha jî Peymana Lonzorete ku zarokan diparêze ketiye ber nîqaşan û wiha got: "Tekane tiştak ev desthilat ji bo jinan û zarokên keç wehd dike mirin û koletî ye. Lê çalakiyeke civakî dikare pêşî li ber vê bigire."