Jinên şoreşger li Amedê hatin bibîranîn

  • jin
  • 15:24 8 Çile 2023
  • |
img
AMED -  TJA’yê li Amedê bi merasîma bîranînê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, kesên di duyemîn Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dayîn û Sevê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar bi bîr anî. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi mebesta bîranîna Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şoylemez (Ronahî) ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatine qetilkirin, Sevê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ku di dema qedexeya derketina derve ya li Silopiyayê de hatibûn qetilkirin û kesên di komkujiya dawî ya li Parîsê de hatibûn qetilkirin, li eywana Şanoya Bajar a Amedê merasîma bîranînê li dar xist. Aktîvîstên TJA’yê, Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleya Jinan a Rosayê, MED-DER, Komeleya Wêjekarên Kurd û gelek jinên din beşdarî merasîma bîranînê bûn. 
 
Merasîm bi rêzgirtinê dets pê kir û piştre jî sînevîzyoneke ku Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan, Sevê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar vedibêje hate pêşandan. 
 
‘HEKE KOMKUJÎ BIHATA RONÎKIRIN DÊ KOMKUJIYA NÛPÊK NEHATA’
 
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di bîranînê de axivî û got ku komkujiya 10 sal berê li Parîsê hatiye kirin hêjta nehatiye ronîkirin. Bi domdarî Beştaş, ev tişt anî ziman: “Mixabin têkildarî komkujiyê lêpirsîneke bibandor nehat kirin û ji bo bi ser bûyerê bigirin tişta ji dest hat kirin. Tirkiye û hikûmeta Parîsê xwestin bi ser vê komkujiyê bigirin. Me jî ji bo ku encamek jê derkeve hewldanên mezin kirin. Me kiryarên komkujiyê baş nas dikirin. Heke ew komkujî bihata ronîkirin, îro bi heman awayî komkujî li wir nedihat kirin. Dê Nagihan Akarsel li Silêmaniyeyê nehata qetilkirin. Sedema vê, polîtîkaya necezakirinê ye. Heke komkujiyên li ser kurdan ewqas bi hêsanî bên paşguhkirin, wê demê ji xwe dê êriş bidomin.” 
 
'JINEN KURD BI TÊKOŞÎNA XWE TÊN NASKIRIN ’
 
Bi domdarî Beştaş diyar kir ku îktîdara heyî bi taybet jî ji hêza jinan ditirse û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lewma zextekî giran li jinan dike. Rexmî ewqas êrişan jî em têkoşîneke mezin didin û bo cîhanê dibin mînak. Heke îro dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li hemû cîhanê weke felsefeyekê belav bûye, ev yek bi saya têkoşîna jinan e. Yek ji nimûneyên berbiçav ên pêşengtî û têkoşîna jinan jî Rojava ye. Jinên kurd li her deverê bi têkoşîna xwe tên naskirin. Di hevdîtinên xwe yên dîplomasiyê yên bi welatên derve re jî em bûn şahid ku ev têkoşîna jinan gelek tê naskirin. Herî zêde partiya HDP’ê dihat naskirin. Ji ber ku herî zêde HDP li ber xwe dide. Îktîdar dibêje em ê jinan tune bikin lê em têkoşîna xwe hîn mezintir dikin.” 
 
‘EM JIN DÊ PÊŞEROJÊ AZAD BIKIN'
 
Beştaş, axaftina xwe wiha qedand: “Me kurdan bi têgeha ‘terorîst’ pênase dikin. Îro hemwelatiyekê Tirkiyeyê li Parîsê hate qetilkirin. Mîr Perwer hunermendeke  ji vir bû. Heya niha jî kesekî ji malbata wî sersaxî nexwestiye. Lê tucarî li ber van gotinên wan ên tewanbarkirinê û êrişên wan jî me serî netewand û em ê netewînin. Em ê têkoşîneke layiqî rêhevalên xwe bidin. Em cardin li vir dibêjin; hûn bi qetilkirina jinan re tu tiştekî bi ser naxin. Em ê jinê veguherînin, xwe azad bikin û bibin pêşengên azadiya civakê. Em ê jiyaneke azad û pêşerojeke azad ava bikin.”
 
Di berdewamiya bernameyê de helbest hatin xwendin û Koma Jin Ma’yê li ser dîkê stran gotin.