MKGP’ê rapora salekê ya binpêkirina mafên rojnamegerên jin parve kir

  • jin
  • 13:16 10 Çile 2023
  • |
AMED - MKGP’ê “Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegerên Jin a Salekê” bi daxuyaniyekê parve kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 18 rojnamegerên jin niha di girtîgehê de ne.
 
Platforma Jinên Rojnameger ên Mezopotamyayê (MKGP), “Rapora Binpêkirirna Mafên Rojnamegerên Jin a Salekê” bi daxuyaniyekê parve kir. Civîna çapemeniyê li buroya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ya li navçeya Yenîşehîra Amedê hat lidarxistin. Rojnamegerên jin ku endamên MKGP’ê ne tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya kurdî endama MKGP’ê Medya Uren, meta tirkî jî ji hêla endama MKGP’ê Gulşen Kolçuk ve hat xwendin. 
 
‘BI GOTINÊN ZAYENDPEREST RE RÛ BI RÛ DIMÎNIN’
 
Rojnamevan Medya Uren da zanîn ku ji dîrokê heta niha li dijî xebatkarên çapemeniya azad êriş, zext, tundî pêk tên. Uren destnîşan kir ku rojnameger tên binçavkirin, girtin û karê wan tên astengkirin û wiha berdewam kir: “Bi taybet jî ev êriş û zextên derûnî bêtir li rojnamegerên jin tên kirin. Gelek caran rojnamegerên jin li qadan bi heqaret û gotinên zayendperest jî rû bi rû dimînin. Di 8’ê Hezîrana 2022’yan de li Amedê 20 jê rojnameger 22 kes hatin binçavkirin û di 16’ê Hezîranê de jî 16 rojnameger hatin girtin. Ji van 16 rojnamegeran 4 jê rojnamegerên jin; Neşe Toprak, Safiye Alagaş, Elif Ungur, Remziye Temel bûn. Di 24’ê Cotmeha 2022’yan de li bajarên cuda dîsa bi ser malên rojnamegeran de hatin girtin û di 29’ê Cotmehê de vê carê 9 rojnameger hatin girtin. Ji van 9 rojnamegerên hatin girtin 5 jê rojnamegerên jin; Habibe Eren, Oznur Deger, Ceylan Şahinli, Dîren Yurtsever, Bêrîvan Altan bûn. Her wiha Rojnameger Derya Ren jî ji ber dosyayeke wê ya din hebû hat girtin.” 
 
‘DIXWAZIN ÇAPEMENIYA AZAD BÊHÊZ BIHÊLIN’
 
Uren bal kişand zextên li ser çapemeniya azad û wiha got: “Desthilata heyî ya yekperest, bi girtin û binçavkirin û zextan dixwaze çapemeniya azad bê îrade û bê hêz bihêle. Dixwaze serî bi jinên rojnameger ên tevî hemû zordestiyan li berxwe didin, bidin tewandin lê belê em hêza xwe ya xurt ji Gurbeteli Ersoz û Mûsa Anter digirin. Em hêza xwe ji bawerî û kevneşopiya xwe ya çapemeniya azad digirin. Loma wê tu îktidar nikaribin serî bi me bide tewandin. Binpêkirina mafên rojnamegeran a li girtîgehan her diçe zêdetir dibin.”
 
‘TÊKOŞÎNA ROJNAMEGERAN DIDOME’
 
Uren derbarê rapora MKGP’ê ya 7 mehên 2022’yan de jî wiha got: “Têkoşîna rojnamegeran a li dijî zext, neheqî, binpêkirina mafan jî di heman demê de didome. Li gor rapora binpêkirina mafên rojnamegerên jin a Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê 7 mehên sala 2022’yan 161 binpêkirina mafan li dijî rojnamegerên jin pêk hatin. Ji ber faliyetên pîşeyî derbarê 10 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin û derbarê 12 rojnamegeran de jî doz hat vekirin. Li 12 rojnamegeran cezayê girtîgehê yê 23 sal, 10 meh û 27 rojî, hat birîn. Di heman demê de jî li 4 rojnamegerî cezayê pere yê 190 hezar û 250 TL'yî hat birîn.”
 
‘WÊ PÊNÛSA HEMPÎŞEYÊN ME BÊXWEDÎ NEMÎNE’
 
Uren daneyên îstatîkî parve kirin û daxuyaniyê wiha bi dawî kir: “Di meha mijdarê de jî binpêkirina mafên rojnamegeran dewam kir. Di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê de tundiya mêr-dewletê li jinên derketin qadan hat kirin. Di meha mijdarê de ji ber faliyetên xwe yên rojnamegeriyê darizandina 11 rojnamegeran dewam kir. Derbarê rojnamegerekê de daxwaza cezayê girtîgehê hat kirin. Bi tevahî ji bo 3 rojnamegeran 123 meh û 5 rojî cezayê girtîgehê hat dayin. Kêşana 7 rojnamegeran ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Di meha kanûnê de ji bo girtina 9 rojnamegeran îtiraz hat kirin lê belê ev îtiraz ji ber dozger bi destûr bû nehat qebûlkirin. Rojnamegerek bi kelepçe hat muayenekirin û wezaret jî bû hevparê vê yekê. Li ser meseleya binpêkirina mafê tendirustiyê serî li Wezareta Tendirustiyê hat dayin lê belê wezaretê muayeneya bi kelepçe parast û got 'dikare bi kelepçe bê muayenekirin'. Di meha kanûnê de jî operasyonên li dijî rojnamegeran dewam kir. Rojnamegerek hat binçavkirin. Rojnamegerek ji ber faliyetên xwe yên pîşeyî hat girtin. Rojnamegerek di dema şopandina nûçeyan de hat astengkirin. Niha 18 rojnamegerên jin girtî ne. Ev dane ji parvekirinên DFG, CFWIJ, MLSA, TGS, DÎSK-Basın iş’’ê hatine komkirin û hejmarên herî kêm in. Em banga xwe ya berdana hempîşeyên xwe yên ku ji ber karê xwe kirine hatine girtin, dubare dikin. Li dijî lîstikên hilbijartinê, lîstikên li dijî jiyaneke azad û demokratîk em ê her tim hişyar bin û wê pênûsa me ji destên me nekeve. Wê pênûsa hempîşeyên me bêxwedî nemîne û karê wan nîvco nemîne.” 
 
Bi giştî binpêkirinên mafan ên sala 2022’yan wiha ye:
 
* Hejmara rojnamegerên ku mafên wan a gerê hat astengkirin: 1
* Hejmara rojnamegerên ku li wan sixûrî hat ferzkirin: 1
* Rojnamegerên ku ji ber welîdînê ji kar hatine derxistin: 1
* Rojnamegerên ku qad li wan hatiye astengkirin: 44
* Rojnamegerên ku ji ber karê xwe kirine hatine tehdîtkirin: 6
* Rojnamegerên bi tundiyê re rûbirû mane: 40
*Rojnemgerên ku ligel dema li qadê nûçe şopandine bi tundiya fîzîkî ya polîsan re rûbirû mane û li ser medya dijîtal jî bi heqareta zayendperest re rûbirû mane: 24
* Rojnamegerên ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin: 11
* Rojnamegerên derbarê wan de doz hatiye vekirin: 19
* Rojnamegerên hatine deqkirin (Fîşleme): 4
* Di bin çavan de muameleya xirab: 12
* Rojnamegerên ku mafên wan ên kişandina dîmen ji aliyê polîsan ve hatiye astengkirin:7
* Ji 15 rojnamegeran re 23 sal, 133 meh û 32 roj cezayê girtîgehê hat xwestin. 
* Hejmara rojnamegerên girtî: 18
 
Lîsteya rojnamegerên jin ên girtî wiha ye: 
 
* Berivan Altan - Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê
* Ceylan Şahinli -Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê
* Derya Ren - Nûçegihana JINNEWS'ê
* Dilan Oynaş - Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat
* Diren Yurtsever - Midura Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê
* Elif Ersoy – Berpirsa Karên Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê
* Elif Ungur - Pêşkeşvana bernameyê
* Habibe Eren - Nûçegihana JINNEWS'ê
* Hatice Duman - Xwediyê Rojnameya Atilimê û Midura Karên Nivîsê
* Neşe Toprak - Pêşkeşvana bernameyê
* Ozden Kinik - Xebatkara TRT'yê
* Ozlem Seyhan - Rojnameger
* Oznur Deger - Nûçegihana JINNEWS'ê
* Remziye Temel- Xebatkara produksiyonê (hesabgir)
* Safiye Alagaş - Midura JINNEWS'ê
* Sibel Mustafaoglu - Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat
* Tulay Canpolat - Nûçegîhana Rojnameya Sabahê ya Enqereyê
* Sibel Tekin - Derhênêr-Rojnameger