Ji Jinan Hevdîtina Herêma Egeyê: Em ê nerazîbûn û berxwedanê birêxistin bikin

  • jin
  • 10:57 18 Çile 2023
  • |
img
 
 
ÎZMÎR – Jin Bihevre Bihêz in dê di “Hevdîtina Herêma Egeyê” de bi jinan re bê ba hev û têkoşîna rêxistinkirî ya li dijî êrişên îktîdarê nîqaş bike. 
 
Avadaniya Jin Bihêvre Bihêz in ku gelek rêxistinên jinan di bin sîwana wê de ne, ji bo “Hevdîtina Herêma Egeyê” ku dê li Îzmîrê li dar bixe amadekariyan dike. Hevdîtin dê di 21’ê çileyê roja şemiyê saet di 16.00’an de li Eywana Şanoya Ciwanan a Kulturparkê were lidarxistin. Li gel Îzmîrê, ji bajarên Denîzlî, Aydin, Manîsa û Muglayê jî dê gelek jin tev li hevdîtinê bibin. 
 
Di hevdîtinê de dê tundiya li dijî jinan a ku roj bi roj zêdetir dibe, êrişên li ser destkeftiyên jinan û rêbazên têkoşîna rêxistinkirî ya li dijî êrişan bên nîqaşkirin. 
 
GIRÎNGIYA HEVDÎTINÊ
 
Endama Jin Bihevre Bihêz in Sîbel Orkmez da zanîn ku dê li dijî êrişên faşîst ên tifaqa AKP-MHP’ê bên ba hev û wiha got: “Armanca me ew e ku li dijî polîtîkayên zextê yên îktîdarê berxwedan, têkoşîn û rêxistinbûnê pêş bixin. Her ku zexta wan zêde dibe dê têkoşîna me jî mezintir bibe. Em ê di vê çarçoveyê de bên ba hev. Yekitiya me ya di vê pêvajoyê de girîng e. Em li dijî her êrişê têkoşîna hebûnê didin. Armanca me ew e ku di her qada jiyanê de hemû jinên tên tepisasndin bînin ba hev. Di hevdîtinê de dê polîtîkayên civakî û malbatê yên îktîdadra AKP-MHP’ê, tundiya mêr, polîtîkaya necezakirinê, tunekirina mafên me û têkoşîna jinan a li zanîngehan bên nîqaşkirin. Em ê êrişên îktîdarê ya ku malbatê pîroz dibîne û tundî û tunekirinê pêş dixe nîqaş bikin û li ser rêbazên têkoşînê biaxivin.” 
 
Sîbel Orkmez
 
NERAZÎBÛN Û BERXWEDAN LI HER DEVERÊ YE
 
Herî dawî jî Orkmez ev tişt anî ziman: “Divê jin di ferqa hêza xwe de bin. Em dixwazin jinan di her qadê de bihêz bikin û xwe bigihînin hemû jinan. Em ê rêxistiniya vê pêş bixin. Divê li her qadê nerazîbûn û berxwedan hebe. Divê têkoşîna hebûnê ya jinan li her qadê hebe. Dê têkoşîna me ya li kolan, qad û kargehan bidome. Em hene û dê her hebin. Her der qada berxwedanê ye. Nerazîbûnên xwe bigirin cem xwe û tev li têkoşînê bibin. Banga me li hemû jinan ew e ku di 21’ê çileyê saet di 16.00’an de li Şanoya Ciwanan a Kulturparkê bi hev re bibêjin ‘em hene, em bi hev re bihêz in.’”
 
MA / Delal Akyuz