Dayika Pinar Gultekîn beraet kir

  • jin
  • 13:44 18 Çile 2023
  • |
img
MUGLA - Kujerê Pinar Gultekîn, Cemal Metîn Avci bi îdiaya “Gef û heqaretê” doz li dayika Gultekîn, Şefîka Gultekîn vekiribû. Gultekîn di dozê de beraet kir. 
 
Di 16’ê tîrmeha sala 2020’an de li Muglayê ji xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn agahî nehatibûn girtin û di 21’ê tîrmehê de derket holê ku ji hêla Cemal Metîn Avci ve bi îşkenceyê hatiye qetilkirin. Cemal Metîn Avci piştî cînayetê hatibû girtin. Di 11’emîn danişîna doza kujer Avci û xizmên wî de kujer Avci bi îdiaya ku dayika Gultekîn, Şefîka Gultekîn “Gef û heqaret” kirine gilî kiribû. Danişîna ewil a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Muglayê hate lidarxistin. Parêzerên aliyan tev li danişînê bûn. Şandeya dadgehê ji bo Şefîka Gultekîn biryara beraetê da.