Piştevaniya Mor li herêma erdhejê ye: Konê piştevaniya jinê ava kirin

  • jin
  • 10:20 14 Sibat 2023
  • |
img
STENBOL - Ji Komeleya Jinan a Piştevaniya Mor Cemîle Baklaci da zanîn ku wan li Hatayê “konê piştevaniya jinê” ava kirine û wiha got: “Em ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên jin û zarokan ên weke cihê mayînê û yên taybet û tevdîrên li dijî xetereyan li qadan e.” 
 
Bandora erdheja di 6’ê sibatê de ya li Bazarcix a Mereşê ku li 10 bajaran rê li ber hilweşînê vekiribû di roja 9’an de didome. Gel hewl dide bi derfetên xwe birînên xwe derman bike. Rêxistinên jinan jî ji roja desptêkê heta niha li herêmên erdhejê ji bo jin û zarokan ku herî zêde ji erdhejê bibandor bûne xebatên xwe didomînin. 
 
Ji Komeleya Jinan a Piştevaniya Mor Cemîle Baklaci da zanîn ku di roja ewil a erdhejê de li Beyoglû ya Stenbolê buroya îrtîbatê ava kirin û bi vê yekê re kon, xurek, alavên hîjyenê û alavên lojîstîkê yên ku ji deverên cuda yên Stenbolê kom kirin ji bo herêmên erdhejê şandine. 
 
JI BO HATAY Û MEREŞÊ 9 TIR HATIN ŞANDIN 
 
Baklaci, destnîşan kir ku heta niha ji Beyoglû û Kadikoyê bo Hatay û Mereşê 9 TIR’ên alîkariyê şandine û ev tişt anî ziman: “Gelek dilxwazên Piştevaniya Morê li Edene, Mêrsîn û Hatayê piştevaniya xwe ya bi mexdûrên erdhejê re didomînin. Em pêdiviyan, li gorî daxwazên ji herêmên erdhejê tên diyar dikin. Ji ber ku tu qadên jiyanê nehatine avakirin, pêdivî her tim didomin. Piştevaniya bi herêmên erdhejê re, di heman demê de piştevaniya me ya me bi xwe ye. Di vê çarçoveyê de koliyên pêdiviyan tên amadekirin û banga piştevaniyê dikin. Em alîkariyên ku ji bo herêmên erdhejê tên şandin koordîne dikin. Em ê komeke duyemîn a dilxwazan jî bişînin herêmên erdhejê. Bangawaziyên me didomin.” 
 
KONÊ PIŞTEVANIYA JINAN HATE AVAKIRIN 
 
Bi domdarî Baklaci anî ziman ku li herêmên erdhejê tiştên ku dewlet nake gel dike û wiha pê de çû: “Me torên piştevaniyê yên jinan ava kirin û bi hev re xebateke xurt ava kir. Di vê mijarê de jinan xebateke mînak kirin. Me li Samandagiyê konê piştevaniya jinan ava kir. Rewşa Samandagiyê gelek xerab e û tu kon nînin. Em zêdetir xebata xwe li ser konan û cihê mayînê dikin. Em dizanin ku demek piştre dê bûyerên tundiyê li herêmê dest pê bikin. Em dizanin ku daxwaz û pirsgirêkên taybet ên jinan derkevin holê. Lewma me ev kon veda. Banga me ew e ku jinên dilxwaz qesta vê konê bikin.” 
 
HÊJ JÎ AFAD TUNE YE 
 
Baklaci, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji destpêkê ve AFAD’ê tu mudaxele nekir. Hêj jî AFAD’ê alîkarî nebiriye gelek herêmên Samandagiyê. Her wiha me ji hevalên xwe yên li Mereş, Bazarcix û Elbistanê bihîst ku hêj kon nehatine vedan û xebatên kavilan nayên kirin. Tu rayedar li wir nînin. Li hêla din ser gotina ‘talanker’ penaber hedef tên girtin. Di rojên dawî de li dijî penaberan dijminatiyeke mezin tê pêşxistin. Îktîdar û dewlet berê hêrsa gel dide penaberan û dixwaze bingeheke rewa ji êrişan re amade bike. Mixabin tiştên ku em jê ditirsiyan pêş dikevin. Li herêmê pirsgirêka herî mezin cihê lê mayînê ye. Divê demildest ji bo jin û zarokan qadên biewle bên avakirin.  Ji erdhejan herî zêde jin û zarok bibandor dibin. Yek ji girîngtirîn pirsgirêka jinan, hîjyen e. Ev yek di jinan de rê li ber krîzan vedike. Bi taybet jî banga me ji bo ped û alavên hîjyenê heye. Mamayê zarokan û bincilên jinan, pêdiviyên sereke ne. Em ê hefteya pêş pergala nobetê pêş bixin. Em careke din banga piştevaniyê li her kesî dikin.” 
 
MA / Esra Solîn Dal