MKGP: Banga têkoşîna hevpar li rojnamegeran kir

  • jin
  • 15:16 4 Nîsan 2018
  • |
img

AMED - MKGP’ê operasyona duyemîn a binçavkirina xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ku ji aliyê TMSF’ê hat desteserkirin şermezar kir û banga têkoşîna hevpar li rojnamegeran kir.

Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotanya (MKGP) der barê opeyasyona duyemîn a binçavkirina xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ku qeyûm tayînê wê hat kirin, daxuyaniyek nivîskî weşand. 
 
Daxuyaniya platformê wihaye: “Di serdemeke medya bi bondore de, tehemûlê sazî û rojnamegerên agahiyên rast digihinên gel, nakin. Her roja derbas dibe çapemeniya azad bêtir tê hedefgirtin. Desthilatdarî qeyuman tayînê saziyên çapemeniyê dike, saziyên çapemeniyê digire û xebatkarên jî digre û binçav dike. Di 28’ê Adarê de polîsan bi ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî  û Çapxaneya Gun de girt, 25 xebatkarên wan binçav kirin û TMSF’ê dest danî ser rojnamê û çapxanê.
 
Şevê din jî polîsan bi ser malên rojnamegeran de girtin, Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya Reyhan Hacioglu jî dinavê de, xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasî binçav kirin. Ji bo mafê gel ê agahî û nûçe girtinê asteng bikin, rojnamegeran binçav dikin. Rojnamegerên îro serî netewandin, di hedefa AKP’ê dene.   
 
Dibe ku sibe pir dereng be. Divê demildest hêzên demokratîk li hev kom bibin û dengekê hevpar derbixwin. Em vê zilma ku li tê kirin weke qeder nabîn in. Ji bo ku em li dijî vê zilmê têkoşînek hevpar ava bikin, em banga têkoşîna evpar dikin.”