Di konên xemrî de piştevanî didome

  • jin
  • 11:56 25 Sibat 2023
  • |
SEMSÛR - Di konên mor ên ji aliyê Tora Piştevaniya Femînîst a ji bo Afetê, bi partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî re hatin vedan de piştevaniya jinan didome. 
 
Gelê ku ji erdhejên li Mereşê çêbûyî bi bandor bû bi piştevaniyê birînên xwe derman dike. Saziyên jinan ên di bin navê “Tora Piştevaniya Femînîst a Ji Bo Afetê” de hatin cemhev, xebatên xwe yên ji bo jin û zarokan dane destpêkirin didomînin. Tor bi 9 TIR’an çû 11 bajarên ku erdhejê lê bandor kirin û ped, bincil û malzemeyên paqijiyê digihîne jinan. 
 
Li aliyê din li herêmên erdhejê “Konên Xemrî” hatin vedan. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Yasemîn Uçer diyar kir ku di konên xemrî yên vedan de ped, bincil û pêdiviyên bingehîn ên jinan bi cih tînin û ji kampanyayê re banga piştevaniyê kir. 
 
GELEK JINÊN KU NEGIHIŞTINÊ HENE 
 
Uçer, diyar kir ku weke hemû mexdûrên erdhejê jin jî di pêvajoyeke zor de derbas dibin û wiha got: “Em hewl didin xwe bigihînin hemû navend û navçeyên ji erdhejê bi bandor bûn. Me gelek pêdiviyên jinan ên weke ped, bincil bi cih anîn. Kêmasî hêj didomin. Divê teqez piştgiriya kampanyayê bê kirin. Ji roja ewil bi konên xemrî me xwe gihand gelek jinan û bi awayekî birêxistinkirî pêdiviyên jinan hatin bicihanîn. Lê gelek jinên ku em negihiştinê hene.”
 
Uçer, da zanîn ku di serî de TJA bi hemû rêxistinên jinan re hatin cem hev, koordînasyoneke mezin ava kirin û anî ziman ku ji roja ewil ve piştgiriyeke zêde heye ji bo kampanyayê. Uçer, anî ziman ku bi taybetî ji rêxistinên jinan ên li Amedê piştgiriyeke zêde girtin û destnîşan kir ku kampanyaya destpêkirine wê berdewam bikin. 
 
 
Uçer, bang li hemû jinan kir ku bibin dilxwazên erdhejê û ev tişt gotin: “Em ji vir bang dikin bêyî ku li demekê binêrin çiqas dilxwaz hene divê bên qadê. Peywîreke girîng dikeve berê jinên dilxwaz. Em bang li hemû jinan dikin ku bi hestiyar bin û ji bo demekî dirêj bên cemhev.”
 
MA / Zerrîn Sargût - Omer Akin