Piştevaniya Mor: Em ê her tim li cem mexdûrên erdhejê bin

  • jin
  • 12:02 26 Sibat 2023
  • |
img
STENBOL - Kampanyaya nameyan a Piştevaniya Mor ku bi dirûşma “Em ê bi hev re ava bikin” didome û jinên li navçeya Fatîhê hatin ba hev diyar kirin ku dê her tim li cem mexdûrên erdhejê bin. 
 
Piştevaniya Mor bi boneya xurtkirina piştevaniya bi jinên li herêmên erdhejê re, bi dirûma “Em ê bi hev re ava bikin” kampanyaya nameyan da destpêkirin. Dê Piştevaniya Mor di çarçoveya kampanyayê de li navçeyên Fatîh, Beyoglû, Kadikoy, Sariyer, Gazî û Eyûp ên Stenbolê bên ba hev. Nameyên di çarçoveya kampanyayê de hatine berhevkirin jî dê li Komeleya Piştevaniya Mor û buroya peywendiyan a Kadikoyê bên komkirin û ji jinên bi dilxwazî çûne herêmên erdhejê re bên şandin. Jinên ku ji bo piştevaniya bi jinên li herêmên erdhejê re hatin ba hev, li Mala Çandê ya Yedîkule ya Taxa Fatîhê kom bûn. Jinan, li vê derê ser kaxizên reng bi reng hest û ramanên xwe nivîsandin. 
 
Endama Piştevaniya Morê Ozge Karbo da zanîn ku bi mebesta mezinkirina piştevaniya bi jinan re dest bi kampanyaya nameyan kirine. Karbo, da zanîn ku tevî hişyariyên zanyaran jî îktîdarê ji bo erdhejê tu tevdîr negirtin û wiha got: “Sedema vê karesata mezin jî negirtina tevdîran e. Ji roja destpêkê ya erdhejê heta niha me li gel rêxistinên din ên jinan bang kirin û alîkarî şandin herêmê. Heke li Tirkiyeyê jiyaneke nû were avakirin, pêşengên vê jin in. Gelek jinên dilxwaz çûn herêmên erdhejê. Di mijara pêşwazîkirina pêdiviyên weke xurek, kon, alavên hîjyenê û cil û bergan de xebatên me çêbûn. Xebateke kolektîf hate kirin.”
 
DIVÊ PIŞTEVANÎ BIDOME’ 
 
Karbo, axaftina xwe wiha qedand: “Divê piştevaniya bi herêmên erdhejê re bidome. Dê bi saya femînîst û şoreşgeran, ev piştevanî mayînde bibe. Dê xebata me ya nameyan du hefteyan bidome.”
 
Her wiha ji jinên name nivîsandin Pinar Yilan (19), Gulcan Şît (48), Alîs Atlioglû (19) û Sedani Aydemîr jî bal kişandin ser girîngiya piştevaniyê û dan zanîn ku dê her tim li cem mexdûrên erdhejê bin.