Gulten Kişanak: Dem dema parvekirina êş û hêviyê ye

  • jin
  • 09:04 28 Sibat 2023
  • |
img
STENBOL - Siyasetmedara girtî Gulten Kişanakê diyar kir ku divê jin li dor hev bibin xelek û seferber bibin û ji bo erdhejê jî got: "Sedema sereke ya vê karesatê, feraseta navendîparêz a hişk û pergala tekparêz e." 
 
Siyasetmedara girtî Gulten Kişanak ku di 30'yê Cotmeha 2016'an de gava Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû bi îdiaya "Endama PKK'ê ye" hat girtin û niha di Girtîgeha Kandirayê ya Tîpa F'yê de ye, têkildarî 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û piştevaniya ji ber erdhejên li Mereşê çêbûn derket holê, ji ajansa me re axivî. 
 
'BÎRDOZIYA JINÊ BÛYE DÎNAMÎKA SEREKE YA TÊKOŞÎNÊ'
 
Kişanakê anî ziman ku îro li her derî dengê jinan û îtirazên wan olan didin û got ku ev jî tê wê wateyê ku têkoşîna jinê bûye hêzeke civakî. Kişanakê destnîşan kir ku îro ro bîrdoziya rizgaririya jinê bûye dînamîka sereke ya têkoşîna civakî û got: "Êdî bîrdoziya rizgariya jinê, rengê xwe li tevgerên muxalefeta civakî bar dike û di guherîna demokratîk de roleke pêşengî dilîze. Lê ji bo xurtkirina destkeftiyên heyî û avakirina siberojeke li ser nirxên wekhevî û azadiyê, divê ev têkoşîn bênavber bidome. Yanî hê jî rêyeke dûr û dirêj heye divê em bimeşin. Divê neyê jibrkirin ku bê kodên pergala serdestiya mêr çi qasî kûr in. Serdest hemû ji bo binpêkirina destkeftiyên jinan tevdigerin û ji bo vê amade ne." 
 
Kişanakê ji bo serîhildana jinan a ku li Îranê piştî qetilkirina Jîna Emîniyê dest pê kir û bi dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" li seranserê cîhanê olan da got: "Li Îranê jin bûne berdevkê muxalefeta civakî. Tişta ku kesî newêribû daxilî nav bibe kirin. Berî her tiştî dîwarên tirsê hilweşandin. Ê ber bi ku ve biçe, nizanim. Di van şert û mercan de derfetên min ên ji bo şopandina dînamîkên cîvakî tune ye. Lê dikarim bibêjim; li Îranê êdî dê tu tişt ne wekî berê be; îtiraz derket holê, dînamîka guherînê ket dewrê." 
 
Kişanakê ji bo tevgera jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî got: "Her wiha derfetên me yên ku em geşedanên li Bakurê Sûriyeyê bişopînin jî tune ne. Lê dikarim nirxandineke giştî bikim. Divê em bibînin ku armanca wekhevî û azadiyê ne tiştekî razber e; bernameyeke pêkan e. Lewma barê Bakur û Rojhilataê Sûriyeyê pir giran e. Mîrateyeke ceribandinê ya girîng a jinan heye. Ez yeqîn dikim ku tevgera jinê dê dersina ji vê mîrateyê bigire û ji bo xerca pêvajoya avakirinê bi perspektîfa wekheviyê bistrîne, di nava têkoşîneke girîng de ye. Em bi kelecan li benda geşedanên xweş in." 
 
TÊKOŞÎNA JINÊ DI TIFAQA KED Û AZADIYÊ DE
 
Kişanak li ser têkoşîna jinê ya di Tifaqa Ked û Azadiyê de jî sekinî. Kişanakê destnîşan kir ku Tifaqa Ked û azadiyê, beriya her tiştî divê hay ji hêza xwe hebe û got ku ji lew re ev tifaq "hêza muxalefeta sereke" ye. Kişanakê ev tişt ragihandin: "Tifaqa Ked û Azadiyê, dînamîkeke ku dikare rê li ber partiyên muxalefetê yên din jî bixe. Ji lew re, li Tirkiyeyê saziya siyasetê, feraseta siyasetê gelekî ji civakê qut bûye. Tekane hêza ku alternatîf, azadîxwaz û demokratîk a li hember feraseta desthilata otorîter û tekparêz, Tifaqa Ked û Azadiyê ye." Kişanakê destnîşan kir ku jin navenda têkoşîna ked û azadiyê ne û got ku xwedî taybetmendiyeke wisa ne ku dikarin her duyan jî temsîl bikin. Kişanakê axaftina xwe wiha domand: "Lewma divê Tifaqa Ked û Azadiyê, helwesta 'tifaqa jinê' berbiçav bike. Li hemberî maseya şeşalî ya ji pênaseya "Peymana Stenbolê û wekheviya zayendî ya civakî' dûr disekine, cihê tifaqa jinê bi awayekî zelal derketiye holê. Tifaqa Ked û Azadiyê, divê cudatiya xwe ya di vî warî de bi awayekî berbiçav bide der û li ser xebatên jinê bisekine." 
 
'SEDEMA SEREKE YA KARESATÊ FERASETA NAVENDÎPARÊZ Û PERGALA TEKPARÊZ E'
 
Kişanakê ji bo erdhejên ku di 6'ê Sibatê de bi pileya 7,7 û 7,6 li Mereşê çêbûn û bandor li 11 bajaran kirin jî ev tişt gotin: "Li bajar û navçeyên bandor ji erdhejê girtin, encamên giran ên tayinkirina qeyûman û tarûmarkirina derfetên rêveberiyên xwecihî, bi vê karesatê re careke din derketin holê. Jixwe sedema sereke ya vê karesatê, feraseta navendîparêz a hişk û pergala tekparêz e. Ger şaredariyên HDP'î li ser kar bûna, hem di warê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de hem jî di warê alîkariyan de dê beriya her kesî li qadê bûna. Em vê ji karesatên berê dizanin. Di erdheja Wanê de, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê beriya AFAD'ê dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kiribû û di heman rojê de mitbex çêkiribû. Em ê tiştên nehatine kirin, şaşiyên hatine kirin û astengiyan nîqaş bikin. Lê beriya her tiştî bêyî ji desthilatê bê hêvîkirin; demildest divê xebateke hevpar û xurt bê kirin. Yek jê, seferberiya ji bo welatiyên me yên bandor ji erdhejê girtine. Ya din; li herêmên erdhejê li hemberî hewldanên ji bo avahiyên bêplan, planeke alternatîf. Û ya sêyan jî, ji bo bajar û navçeyên me yên bi xetereya erdhejê re rû bi rû demildest girtina tevdîran. Ev her sê xebat divê bi awayekî hevwext bên kirin." 
 
Kişanakê di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku ji bo cebirandina birînan hewldaneke mezin a rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û gel heye û got ku lê demildest ji bo herêmên bi xeteray erdhejê re rû bi rû platformeke ji pisporan bê avakirin. 
 
Kişanakê di dawiya axaftina xwe de ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jî ev tişt gotin: "Îsal em bi êş û travmayên mezin 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Karesata ji ber erdhejê û tiştên piştî wê rû dan, li nava dilê me bûn cihê birînên kûr. Lewma dê tevgerên jinan îsal dê 8'ê Adarê veguherînin têkoşîna cebirandina birînên me. Jinên ku her sal dadikevin qadan, îsal dê rojeva wan a sereke piştevaniya jinê be û li dor hev bibin xelek û seferber bibin. Hêlîna herî ewle, destên dosta ye. Girîngiya gotina 'jin dosta jinê ye' û 'jin warê jinê ye' di wextên bi vî rengî de baştir tê fêmkirin. Em dikarin êşa dilê xwe bi piştevaniyê sivik bikin. Niha dem dema parvekirina êş û hêviyê ye." 
 
MA/ Mehmet Aslan