Di erdhejê de dayikek: Destûr nedan ku tev li merasîma cenazeyê keça xwe bibe

  • jin
  • 10:54 1 Adar 2023
  • |
img
HATAY - Parêzer Mehtap Sert diyar kir ku girtiya bi navê Havva Zor di erdhejê de keça xwe winda kir lê destûr nehat dayîn ku tev li merasîma cenazeyê keça xwe bibe: “Niha jî şandin Girtîgeha Erzînganê û di hucreyê de tê ragirtin. Nahêlin dayikek êşa zarokê xwe bi xizmên xwe re parve bike.”
 
Piştî erdhejên Mereşê, Rewşa Awarte (OHAL) hate ragihandin û di çarçoveya OHAL’ê de bi biryarnameyekê hemû doz taloqî 6’ê nîsan hatin kirin. Vê biryarnameyê herî zêde jî bandor li jinan kir. Endama Komîsyona Girtîgehên Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Mehtap Sert da zanîn ku jin ne li girtîgehan û ne jî li derve nikarin tu mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin. 
 
EV PÊVAJO BANDORÊ LI JINAN DIKE 
 
Sert, anî ziman ku jinên li herêmên erdhejê yên di qonaxa hevberdanê de ji ber vê biryarnameyê du qet zêdetir mexdûr bûne û wiha got: “Tevî ku pêvajoyên edlî heta meha nîsanê hatin paşdexistin jî, pêvajoya qanûna hejmar 6284’ê didome. Dema biryara dûrxistinê bi dawî dibe û divê jin dîsa biçin edliyeyê û serlêdanê bikin. Jinên ku dozên hevberdanê vekirîn, yên bûne mexdûrên erdhejê hene ku jê re mal hatiye dayîn. Ji ber ku tapû li ser navê zilam e, alîkariyên erdhejê ji bo mêr tên şandin. Anku dîsa jin mexdûr dibin. Divê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî di vê mijarê de çareseriyekê peyda bike.” 
 
TUNDÎ DI PÊVAJOYA ERDHEJÊ DE JÎ BERDEWAM KIR
 
Bi domdarî Sert got; “Li vî welatî jinbûn, mîna kabûsekê ye ku mirov nikare hişyar bibe” û axaftina xwe wiha qedand: “Ev kabûs di dema erdhejê de jî dom kir. Bi taybet jî jinên li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûn a Hatayê dimînin. Nehiştin tev li merasîmên definkirina xizmên xwe yên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn. Yek ji van jî Havva Zor e. Dema di çarçoveya parastina cewherî de xwe diparast, hevjînê xwe kuşt. Di erdhejê de keça xwe winda kir. Pir hêvî û rica ji rêveberiya girtîgeh kir lê nehiştin mafê xwe yê tevlibûna merasîma cenaze bi kar bîne. Heta 20’ê sibatê biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re heye lewma me nekarî biçin cem jî. Dema di 20’ê sibatê de çûm serdana wê, bi morfînê hatibû nivandin. Tenê li sing û çokên xwe dida. Di 2’yê adarê de hevdîtina wê ya vekirî hebû. Dê tekane zarokê xwe yê mayî bidîta. Lê di wê hefteyê de erdhejeke din çêbû. Piştre jî şandin Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê. Niha jî di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin. Li gorî qanûnan divê di hucreyê de neyê ragirtin. Zaroka xwe winda kiriye û destûr nedan ku êşa xwe bi xizmên xwe re parve bike. Nekarî tekane zarokê xwe yê sax hembêz bike. Gelo çi hedem heye ku dayikeke wiha êş dikişîne hûn têxin hucreyê? Tundiya mêr-dewletê di karesatê de jî didome. Îşkence, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Li dijî tundiya we, em ê biisrar bi rêya piştevaniyê jiyana nû ava bikin.” 
 
MA / Hamdûllah Yağiz Kesen