Jinên Botanê starta 8’ê Adarê dan: Em ê bi hevre jiyaneke nû ava bikin

  • jin
  • 14:18 1 Adar 2023
  • |
img
ŞIRNEX- Jinên Botanê starta 8’ê Adarê dan û wiha gotin: “Ev serhildana ku veguherî têkoşîna azadiya jinan, dê bingeha desthilatên faşîst, xirbeyên ku wan afirandine û her şêweyên tundiya li dijî jinan bihejîne û civakeke azad ji nû ve ava bike. “ 
 
Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Şirnexê starta çalakî û xwepêşandanên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi daxuyaniyekê hate dayîn. Daxuyanî li Qada Cumhuriyetê hate dayîn û Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, endam û rêveberên rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyên Şirnexê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, rêxistina HDP’a Mêrdînê û gelek jin amade bûn. Jin, bi kiras û fîstanên xwe yên reş tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta, “Dem dema jin, jiyan, azadiyê ye”  hat vekirin. 
 
Metna daxuyaniyê ji aliyê aktîvîsta TJA’yê Guler Tunç ve hate xwendin. 
 
Tunç, bal kişand li ser girîngiya têkoşîna jinên berxweder û wiha got: “Em weke TJA’yê, li dijî zîhniyeta serdestiya mêran, li gel rastiya xwe ya dîrokî, li hemû qadên jiyanê sedsala 21’emîn em ê bikin, sedsala Jinan. TJA, bilindkirina vî dengî ku îro li tevahiya cîhanê wek ‘Jin, Jiyan, Azadî’ deng dide, ji 129 jinên li New Yorkê hatin kuştin heta Rosa Luksemburg û Clara Zetkînê, ji Leyla Qasim heta Sarayan û Sêvêyan, ji Aysel Doganan heta Nagihanan, heta Jîna Amînî û Evîn Goyî, em silavên xwe li têkoşîna azadiyê ya li dijî mêrperestiyê dikin.”
 
 ‘SEDEMA KARESETÊ PERGALA DEWLETPERESTE’
 
Bi domdarî Tunç bi lêv kir ku di erdhêjê de careke din nêzikatiya dewletê ya mêrperest a li dijî jinan derketiye holê û wiha domand: “Di 6’ê Sibatê de me di erdhêja Mereşê de (ku bandor li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê kir) careke din dît ku sedema pirsgirêkên civakî û vê malxerabiyê, pergala serdestiya mêran a dewletperest e. Li şûna ku pêdiviyên civakê pêk bînin, bi taybetî jî yên jinan, me dît ku ji saetên destpêkê ve bi rêya medyaya xwe ya alîgir ji bo mayîndebûna xwe hemû derfetên xwe serferber kirin û hemû hêza xwe bi kar anîn.”
 
‘EM ŞAHIDIYA SERHILDANEKÊ DIKIN’
 
Di berdewamê de Tunç bal kişand ser berxwedana jinên Rojhilat û wiha pê de çû: “Sedema yekane ku encamên erdhejê ew qas giran in, rastiya şerê heyî ye. Di şerên li dijî civakê de dîsa çavkaniyên civakê tên bikaranîn û ji civakê tên dizîn. Ev şerên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û gelek deverên cîhanê kedxwarî, hilweşandin, xizanî, penaberî, hilweşîna ekolojîk û bêcihûwarkirinê bi xwe re tînin. Li aliyê din, em dibin şahidê serhildaneke ku li rojhilatê Kurdistanê dest pê kiriye û li tevahiya cîhanê belav bûye. Li dijî sîstema qirker a serdestiya mêran a ku jina kurd, Jîna Mahsa Emînî qetil kir, felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya jinên kurd bû hêviya herî mezin a ne tenê kurdan lê ya hemû gelan û hemû jinên cîhanê.” 
 
 ‘HEWL DIDIN BERXWEDANA CIVAKÎ BIŞKÎNIN’
 
Tunç, got ku têkoşîna jinan a li seranserî cîhanê pêşiya heviyê vedike û ev tişt anî ziman: “Vê hêviyê, rêya parastina jiyaneke azadixwaz û berxwedanê careke din vekir û vedike. Ev serhildana ku veguherî têkoşîna azadiya jinan, dê bingeha desthilatên faşîst, xirbeyên ku wan afirandiye û her şêweyên tundiya li dijî jinan bihejîne û civakeke azad ji nû ve ava bike.  Hişmendiya mêrperest a qirker û pergala netewe-dewlet, jinên pêşeng ên şoreşê bi taybetî dikin armanca êrişên xwe û hewl didin ku berxwedana civakê bişikînin.”
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN’
 
Guler Tunç, diyar kir ku dê vê 8’ê Adarê bi piştevaniya bi jinên mexdûrên erdhêjê re pêşwazî bikin û wiha derbirî: “Em weke TJA’yê; mîrasa ku ji çanda berxwedana jinan ji me re ma ye, em bi wê mîrasê soz didin ku em ê li her qadê û di her kêliyê de li ser bingeha felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadiyê’ têkoşîna xwe mezintir bikin. Her wiha em di vê qonaxa erdhejê de ku bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest daye û bi milyonan kes rastî trawmayê hatine, em li hember rejîma yekzilam a ku karesata herî mezin e û li hember îktidara faşîst û zayendperest ku di bin kavilan de ma ye, bi pêşengiya jinan hevgirtina civakî mezintir dikin û 8’ê Adarê Roja Yekitî, Hevgirtin û Têkoşînê ya Jinan pîroz dikin.”
 
‘TÊKOŞÎNA ME DÊ BIBE SEDEMA HILWEŞANDINA SALTANATA WAN’
 
Piştre jî parlementera HDP’ê Nûran Îmîr, axivî. Îmîr jî bal kişand ser êrişên li ser têkoşîna jinan û axaftina xwe wiha qedand: “Ez di şexsê Evîn Goyî de bi hezaran jinên têkoşer bibîr tînim. Me saleke gelek têr û tije derbas kir. Di vê salê de li dijî têkoşîna me zilm û zordestî di asta herî bilind de hat kirin. Welat bi pergaleke baviksalar hat birêvebirin. Lê jinan bi dengek azad û fikreke azad ala têkoşînê bilind kir. Yên ku îro bi zagon û pergala xwe kujerên jinan diparêzin, dar û daristanên me dişewitinin û vê pergalê hemû qadên jiyanê ferz dikin, dê rastî têkoşîna me bên. Têkoşîna me dê bibe sedema hilweşandina saltanata wan.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.