TJA’yê li Semsûrê got: Em ê hêrsa xwe bikin sedema têkoşîna xwe

  • jin
  • 15:28 1 Adar 2023
  • |
img
SEMSÛR/RIHA -TJA’yê li Semsûrê bi serdana konbajarê mexdûrên erdhejê starta 8’ê Adarê da. TJA’yê wiha got: “Em îsal bi êşeke kûr û hêrseke mezin ber bi 8’ê Adarê ve diçin. Em ê hêrsa xwe bikin sedema têkoşîna xwe.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li konbajarê mexdûrên erdhejê ya li rex Koordînasyona Krîza Erdhejê ya li navçeya Narlikuyu ya Semsûrê bi jinan re hatin cem hev. Jinan li wir kon vedan û bi tevlibûna endamên TJA’yê, Meclisa Jinan a Komeleyên Demokratîk a Elewiyan (DAD) û gelek rêxistinên jinan, daxuyaniyek dan û starta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dan destpêkirin. 
 
Daxuyanî ji aliyê endama TJA’yê Rozerîn Îldan ve hat xwendin. Îldan anî ziman ku di erdhejê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û sedema vê yekê jî polîtîkayên desthilatdariyê ne. Îldan, axaftina xwe wiha domand: “Di 6’ê Sibatê de li Mereşê erdhej çêbû bandora xwe li Kurdistan, Sûriye û Tirkiyeyê kir. Di vê erdhejê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedhezaran kes jî birîndar bûn. Ji ber vê yekê em îsal bi êşeke kûr û hêrseke mezin ber bi 8’ê Adarê ve diçin. Em ê hêrsa xwe bikin sedema têkoşîna xwe. Erdhej bûyereke xwezayî ye lewma pêşî lê nayê girtin lê belê bi polîtîkayên rast ên îmarê re dikare rê li ber encamên wê yên neyînî bê girtin. Lê belê vê îktîdara riziyayî ku hemû polîtîkayên wê li ser şer, dijminatîya kurdan û jinan e, tenê berjewendiyên xwe fikirî û nekarî li herêmên erdhejê koordîneyeke baş bike.” 
 
‘TU AMADEKARIYÊN WAN TUNE NE’
 
Bi domdarî Îldan bi lêv kir ku yek jî sedema karesata erdhejê şerê ku li Kurdistanê tê domandin e û wiha pê de çû: “Îktîdara zayendperest a ku ji gel û çareserkirina pirsgirêkên gel dûr e, carek din nîşan da ku pirsgirêk ne tenê nekoordînebûn e lê dûrbûn û dijminatiya wan a gel e. Mezintirîn sedema giranbûna encamekê wiha giran, rastiya şerê heyî ye. Di şerên li dijî civakê de dîsa çavkaniyên civakê tên bikaranîn û ji civakê tên dizîn. Ji ber vê sedemê bû ku di rojên karesatê de bûne karsazên kapîtalîst. Hişmendiya baviksalarî û desthilatdar a ku bû kujerê bi hezaran mirov û zindiyan, di vê erdhejê de di bin kavilan da man. Îktîdara AKP’ê û MHP’ê ya nîjadperest û zayendperest, heta sê rojên ewil nikaribû hêza xwe komîserhev bike û xwe bigihîne herêmên erdhejê. Vê da xuyakirin ku tu amadekariyên wan ji bo bûyerên xwezayî tune ne.” 
 
‘EM Ê JIYANÊ JINÛVE AVA BIKIN’
 
Îldan, daxuyanî wiha bi dawî kir: “Em ê bi piştevaniya jinan, li herêmên erdhejê jiyanê jinûve ava bikin. Wek tevgera jinê û rêxistinên sivîl ên jinan, di navbera sê saetan de bi berpirsyarî ya civakî me xwe gihand cihê erdhejê. Bi bîr û bawerêyeke mezin, bi nêzîkatiyeke wekhev me dest bi kar û xebatên xwe kir. Ji îro pê de jî weke Tevgera Jinên Azad, em ê li hemû bajarên ku erdhej lê çêbûne bi piştevanîya jinan jiyanê bi hev re û jinûve ava bikin. Em ê ji niha û pê de ne bajarên xwe û ne jî yek jinek an jî zindiyekî ji wijdanê mêr-dewletê re nehêlin. Em ê alternatîfên xwe bi hev re ava bikin. Em jin dê li dijî rejîma faşîst a ku şer hildibijêre her tim li qadan bin.”
 
Endamên TJA’yê piştî daxuyaniyê jî qoliyên alîkariyê yên amade kirin li mexdûrên erdhejê belav kirin. 
 
LI RIHAYÊ QOLIYÊN PÊDIVIYAN
 
TJA’yê li Rihayê jî starta 8’ê Adarê dan. Jinên ku li navçeya Eyyûbiye ya Rihayê hatin ba hev, alîkariyên ji alavên hîjyenê û pêdiviyên bingehîn pêk dihatin xistin qoliyan. Aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Parlamentera HDP’ê ya Rihayê û gelek jin tev li qolîkirina alîkariyan bûn. 
 
Dê di çarçoveya xebata bi dirûşma “Piştevanî dide jiyîn” de ji ewil alîkarî li mexdûrên erdhejê yên ji bajarên xwe koç kirin û hatin Rihayê bên belavkirin. Qolî, ji bo 200 malbatan hatine amadekirin û li ser qoliyan bi zimanên kurdî û tirkî ev peyam hate nivîsandin: “Em jin dê di hemû qadên jiyanê de bi hevgirtinê birînên xwe bipêçin. Em ê bi hêvî, bi israr û bi têkoşîna xwe dîsa aj bidin û mezin bibin.”