Jinên şirnexî çûn serdana mexdûrên erdhejê

  • jin
  • 13:15 2 Adar 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Jinên şirnexî di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de bi mexdûrên erdhejê yên jin re hatin ba hev û peyama piştevaniyê dan. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi mexdûrên jin ên erdhejê re civiyan. Parlamentera HDP’ê ya bajêr Nûran Îmîr, Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, aktîvîstên TJA’yê û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê di hevdîtinê de amade bûn. 
 
Jinan, ji mexdûrên jin ên erdhejê re diyarî birin û alîkarî lê hat belavkirin. Li ser qoliyên alîkariyê ev peyam hatibû nivîsandin: Em jin dê di hemû qadên jiyanê de bi hevgirtinê birînên xwe bipêçin. Em ê bi hêvî, bi israr û bi têkoşîna xwe dîsa aj bidin û mezin bibin. Li gel hevkarî û hezkirinê.”
 
Şandeya jinan 13 malbat ziyaret kirin jê re sersaxî xwestin.