Ji Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk starta hilbijartinê: Dîsa jin, dîsa jiyan

  • jin
  • 10:49 2 Nîsan 2023
  • |
img
ENQERE - Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk starta xebatên hilbijartinê bi dirûşmên “Dîsa jin, dîsa jiyan” û “Em li vir in, dê bi jinan re biguherînin” da. 
 
Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk dê Beyannameya Jinan a têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê îro li hotêleke Enqereyê bi çalakiyekê ragihîne. Dirûşma hilbijartinê ya Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk a bi kurdî “Dîsa jin, dîsa jiyan” û ya bi tirkî jî weke “Em li vir in, em ê bi jinan re biguherînin” hate destnîşankirin. Li ser ekrana mezin a LED’ê ya li eywanê dirûşmên hilbijartinê hatin nîşandan. Her wiha li eywanê alayên bi nivîsên “Em ji bo Peymana Stenbolê li vê der ne, dê bi jinan re biguherînin”, “Ne qeyûm, ne talan, dîsa jin, dîsa jiyan”, “Em ji bo jiyana nû li vir in, em ê bi jinên ciwan re biguherînin”, “Ji bo aştiyê dîsa jin, dîsa jiyan”, “Ji bo azadiya jinan dîsa em”, “Em li dijî rejîma qeyûm li vir in, dê bi jinan re biguherînin”, “Em li vir in, dê bi pergala hevserokatiyê biguherînin” û “Em ji bo civaka ekolojîk li vir in, dê bi jinan re biguherînin” hatibû hilayîstin. Her wiha nivîsa “Hûn bi xêr hatin” a bi zaravayên kurdî yên kurmancî û kirmanckî û bi zimanên tirkî, erebî, ermenî, lazî, inglîzî û suryanî li ser ekrana LED’ê hate nîşandan. 
 
Dê axaftina ewil a bernameyê Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan bikin. Beyannameya Hilbijartinê ya bi tirkî dê ji hêla Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk Canan Çalagan û ya bi kurdî jî ji hêla Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran ve were xwendin. 
 
Piştî daxuyaniyê jî dê stranên hilbijartinê yên bi kurdî û tirkî bên nasandin.