Ji JINNEWS'ê daneyên tundiyê: 22 jin hatine qetilkirin

  • jin
  • 11:28 6 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN -  Li gorî daneyên meha adarê yên JINNEWS'ê 22 jin hatine qetilkirin û 16 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. 
 
Li gorî daneyên JINNEWS'ê; di meha adarê de 22 jin hatine qetilkirin û 16 jin bi guman jiyana xwe ji det dane. Sê jin bi hewldana qetilkirinê re rûbirû mane. Di meha adarê de sê zarok hatin qetiklirin. Mêrên tacîzkar dîsa ji aliyê daraza mêr ve hatin xelatkirin.
 
Li gorî daneyan jin ji aliyê kesên nêzî xwe ve hatine qetilkirin. Ji 22 jinan 6 heb ji aliyê mêrê pê re zewicandî ve 3 jin ji aliyê mêrê pê re di asta destberdanê de, 2 heb ji aliyê mêrê dest ji hev berdabûn, 2 heb ji aliyê mêrê pê re dijiyan, yek ji aliyê birayê xwe ve, yek ji aliyê hevalê xwe yê berê ve, yek ji aliyê nasê xwe ve, yek ji aliyê zavayê xwe ve, yek ji aliyê hevalê xwe ve û sê heb jî ji aliyê zarokên xwe ve hatine qetilkirin. 
 
LI STENBOLÊ HERÎ ZÊDE JIN HATINE QETILKIRIN 
 
Vê mehê bajarê ku herî zêde jin lê hatine qetilkirin Stenbol bû. Li Stenbolê 4, li Xarpêtê 1, li Îzmîrê 2, li Manîsayê 2, li Mêrsînê 2, li Orduyê 1, li Êlihê 2, li Antalyayê 1, li Enqereyê 1, li Artvînê 1, Edenê 1, Meletiyê 1, Denîzliyê 1, Yozgatê 1, Rihayê jinek hat qetilkirin.