Jinên Botanê: Ev hilbijartina man û nemanê ye

  • jin
  • 09:01 10 Nîsan 2023
  • |
 
ŞIRNEX - Jinên Botanê diyar kirin ku ew ê di vê hilbijartinê de hesaba jinên ku hatine qetilkirin bipirsin û gotin: "Divê ku em di vê hilbijartinê de hesaba Sêvê, Asyayê, Pakizeyê, Denîz Poyrazê, dayika Taybet bipirsin. Ev hilbijartina man û nemanê ye. AKP dê biçe, jin dê bên." 
 
L bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiye di 14’ê Gulanê de xelk dê ji bo dendayînê biçin ser sindoqan. Li herêma Botanê xebatên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk ku pêşengiya wan jin dikin bi coşeke mezin didomin. Li herêma Botanê ku polîtîkayên şerê taybet ên dewletê, qetlîamên li ser jinan, zext û êrişên li ser têkoşîna jinan herî zêde pêk tê, jin bi biryar in ku di vê hilbijartinê de desthilatdariya AKP û MHP'ê têk bibin. Jinên Botanê têkildarî hilbijartinê axivîn. 
 
'EM NEBIN YEK EM Ê BIÇIN YEK BI YEK'
 
Ji jinan Meryem Îrmez (65), anî ziman ku di vê hilbijartinê her dengek xwedî girîngeyeke mezine û wiha axivî:"Em ê dengê xwe bidin partiya xwe. Em ji xeynî wê nadin tu kesî. Ez hatime vî emrê xwe heta niha min nedaye û ez ê tu caran nedim keseke din jî. Mirovê ku xwe nas bike, ji çi nijad be, ji çi ziman be divê ku xwedî li dengê xwe derbikeve. Mirovê ku îmana wî hebe wê dengê xwe nede dijminê xwe. Dê pere xelas be û her tiştek dê xelas bibe lê ya girîng ew e ku mirov xwedî li şerefa xwe derbikeve. Em ê pey zimanê xwe, axa xwe, em ê pey doza xwe û hebûna xwe bin. Îro bi dehan ciwanên ku tiştek nekirine girtîgehan de ne û bi hezaran ciwan ji ber ku bêkar bûne derbasî metrepolan bûne.Ji ber çi rastî vê pêkanîne tên? Ji ber ku kurde û zimanê wî kurdiye. Daxwaziya me ji hemû jinan heye ku ji dengê xwe neborin, bila zarokên xwe şîret bikin û xwedî li dengê xwe derbikevin. Gelo dê dijminê te deng bide we? Wele nadin. Hûn çi bikin jî ew nadin kurdan. Em bi hêvîne ku dê AKP biçe. Heke ku em destê xwe nedin hev em ê bi sernekevin. Bila kurd hemû destê xwe bidin hev. Em destê xwe nedin yek em ê biçin yek bi yek, em ê wenda bin. Tişta ku xweda dayî înkar dikin îmana wan nine."
 
'EM Ê HESABA SEVÊYAN BIPIRSIN'
 
Suheyla Aslan (50) jî diyar kir ku dê jin vê hilbijartinê de hesaba sedsalane ji dewleta desthilatdar bipirse û got: "Divê ku em hemû destê xwe bidin bin kevirî,xwedî li sindoqên xwe derbikevin û vê hilbijartinê qezenc bikin. Em bi hêvî ne ku em ê bi serbikevin û li Şirnexê jî bikin 4-0. Di vê pêvajoyê de divê ku jin çi ji destê wan bê bikin. Divê ku em di vê hilbijartinê de hesaba Sêvê, Asyayê, Pakizeyê, Denîz Poyrazê, dayika Taybet bipirsin. Bi sedan jinên kurd hatine qetilkirin. Ev hejmar nayê hesab kirin. Ji ber wê erka me jina ye ku em hesaba jinan, ciwanan û gelê  xwe di vê hilbijartinê de bipirsin. Kî li ku be divê nav xebatan de cih bigirin û çi bikeve li ser milê me divê ku em bikin. AKP'e dê biçe jin dê bên.Serkeftin ji me re, bijî jinên azad."
 
'HEKE KU EM BIBIN TIFAQ EM Ê BI SER BIKEVIN'
 
Akide Kabul (55) jî bi lêv kir ku ew ji vê kelacanê bi hêvî ne û ev tişt anî ziman: "Em ji xwe bi bawerin em ê serbikevin.Divê ku em dengê xwe bidin partiya xwe. Heger ku em vê carê sernekevin em ê tu caran bi sernekevin. Em destê xwe bidin hev û dengê xwe bidin partiya xwe. Her yek ji me dengeke din bide qezenckirin bi destûra xwedê em ê biserbikevin. Erdogan dê bikeve bi sernakeve. Heke ku vê carê em bibin tifaq em ê biserbikevin. Ji niha ve ji gelê me pîroz be."
 
'EV HILBIJARTINA MAN Û NEMANÊ YE’ 
 
Heznî Îrmez (56) jî bang li jinan kir ku di vê hilbijartinê de xwedî li îradeya xwe derbikevin û wiha got: "Di vê hilbijartinê de em aşitiyê dixwazin. Em naxwazin ku ciwanên me bikevin girtîgehê de.Bi hezaran ciwanên me ji nêçariya xwe berê xwe dane welatên biyanî. Ji ber çi çûn? Ji ber vê îşkenceyê, zilm û zordariyê çûn. Baweriya me ji gelê me û ciwanên me heye ku em ê bi serbikevin. Em kurd in em ê dengê xwe bidin xwe. Me tu caran nedaye partiya dijminên xwe û em ê tu caran jî nedinê. Çima em dengê xwe bidin wan? Heger ku kurdan Erdogan nerakiriba Erdogan nedibû îktîdar. Heger ku Erdogan di vê hilbijartinê de jî tu planan neke em ê qezenc bikin. Banga min li hemû gelê kurd heye ku bi xîret bin rabin ser piyan. Heger ku em vê carê bi sernekevin em ê yek carê biçin. Ev hilbijartin hilbijartina man û nemanê ye. Kî zilimkar be dê bişkê."
 
'EM Ê DEV JI DOZA XWE BERNEDIN'
 
Gewrê Barkin (47) jî da zanîn ku emrê îktidara AKP'ê û MHP'ê di 14'ê Gulanê de bi dawî dibe û wiha axivî: "Em ê dengê xwe bidin zimanê xwe, çanda xwe. Bav û kalê me kî bin em ê pey wan biçin. Em heta ku saxbin em ê pey doza xwe biçin. Heta dawiyê em ê pey vê dozê bimeşin. Ev 40 salin em tekoşîna vê didin. Heta ku em sax bin em ê dev ji ziman, çand û nasnameya xwe bernedin. Ev îktîdare hatiye heta niha em zilm,neheqiyê û nexweşiyê dibînin. Zarokên me bi salan diçin dibistanê dawiya dawî bêkar dihêlin. Êdî ji vê îktîdarê re bese. Hêviya me mezine em ê bi serbikevin. Em jin xurtin em ê bi serbikevin. Her bijî Kurd û Kurdistan, bijî partiya me." 
 
'DIVÊ KU JIN XWEDÎ LI SINDOQAN DERBIKEVIN'
 
Sabahat Kabul (38) jî bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û anî ziman ku ji bo deng neyên dizîn divê ku jin xwedî li sindoqan derbikevin û got: "Divê ku em jin hemû rabin ser piyan. AKP gelek li ser îktîdarê ma bese êdî. Vê îktîdarê gelek anîn serê me. Pêwîste ku em jin hemû destê xwe bidin hevdû, em dengê xwe xwedî derbikevin da ku dengên me careke din neyên dizin. Ji xwe em ê qezenc bikin. Divê ku jinên Botanê rabin ser piyan xwedî li sindoqên xwe, dengê xwe û partiya xwe derbikevin. Divê ku jin di vê hilbijartinê de hesab bipirsin. Jin dê biserbikevin. Encama hilbijartinê ji niha ve li me hemûyan pîroz be." 
 
MA / Zeynep Durgut