Li Êlihê jinek hate qetilkirin

  • jin
  • 10:35 10 Nîsan 2023
  • |
img
ÊLIH - Jina bi navê Emîne Tunç li navçeya Heskîfê ji hêla Eyûp Yel ve hate qetilkirin. 
 
Kesê bi navê Eyûp Yel (26) li navçeya Heskîf a Êlihê bi îdiaya nelihevkirina ser erd bi ser mala Îzzet Tunç de girt. Faîl, dayika Tunç a 77 salî Emîne Tunç a li malê qetil kir û piştre jî xwe kuşt. Piştî bihîstina dengê çekan, cendirme û komên tenduristiyê li cihê bûyerê hatin sewqkirin. 
 
Piştî lêkolînên ewil, cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.