Bayindir a hatiye îxrackirin dê têkoşîna xwe veguhezîne Meclisê

  • jin
  • 11:24 14 Nîsan 2023
  • |
img
DÎLOK - Kedkara perwerdehiyê Fatma Bayindir a bi KHK’ê ji wezîfeya xwe hat îxrackirin diyar kir ku ew ê wek namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk têkoşîna xwe li Meclisê bidomîne. 
 
Kedkara perwerdehiyê Fatma Bayindir a ku endama Egîtîm Senê bû û bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) di sala 2016’an de ji wezîfeya xwe hat îxrackirin, di Partiya Çepên Kesk de bû namzeta parlamenteriyê ya bajarê Dîlokê. 
 
Bayindir dibêje ku çi dibe bila bibe têkoşînek siyasî ya li dijî AKP-MHP’ê şert e û têkoşîn dikare rê li ber polîtîkayên wan bigire. 
 
Bayindir banga rêxistinbûn û piştevaniya bo Partiya Çepên Kesk li kesên ji wezîfeya xwe îxrac bûne kir û got: “Em ê bi hev re bi ser bikevin. Wê KHK û îxrac rabin û em ê bi ser bikevin.” 
 
‘MUXALEFETA RASTÎ EM IN’ 
 
Bayindir ew têkoşîna xwe ya li dijî KHK’iyan bidomîne biryar daye ku di Partiya Çepên Kesk de bibe namzeta parlamenteriyê û got: “Ez ji bo azadiya jinan û mafê kedkaran biparêzim li vir im. Divê em siyaseta xwe ya rêya sêyemîn berfireh bikin û muxalefeta rastî bikin. Çimkî muxalefeta rastî ya me ye. Êdî ew siyaseta tirsê hin bêtir nikare xwe bidomîne. Em ê pergalek ku keda kedkaran neyê xwarin bê afirandin em ê têbikoşin. Rizgariya kedkaran jî bi destê partiya me wê pêk were. Ji bo ez li Meclisê bibim deng û rengê kedkarên îxrackirî, bûme namzet. Em dixwazin wek jinan siyasetê bikin û bibin deng û daxwaza aştiyê.”