Mexdûrên erdhejê: Dengê me ji Partiya Çepên Kesk re ye

  • jin
  • 09:08 11 Gulan 2023
  • |
img
MEREŞ - Jinên mexdûrên erdhejê kirinên desthilatê yên piştî erdhejê bi bîr xistin û bang kirin ku her kes dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk. Mexdûrên erdhejê gotin: "Em mirin, bila Tayyîp biçe." 
 
Di 6'ê Sibatê de li Mereşê du erdhej li ser hev çêbûn û bandor li 11 bajaran kir. Di dema erdhejê de welatî bi tenê hatin hiştin. Ji ber vê hêrsa li hember AKP'ê her diçe zêde dibe. Çendî di ser erdhejê re zêdetirî 3 meh derbas bûne, hê jî mexdûrên erdhejê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne û di konan de ne. Mexdûrên erdhejê dê bi vê hêrsê di 14'ê Gulanê de biçin ser sindoqên hilbijartinê. 
 
Li Bazarcixa Mereşê jinan behsa mexdûriyeta xwe kirin û gotin ku ew ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. 
 
Mexdûra erdhejê Elîf Kizilerê îşaret bi girîngiya hilbijartinê kir û got ku ew ê ji bo serokkomariyê dengê xwe bide namzetê Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglû û ji bo parlementeriyê jî bide Partiya Çepên Kesk. 
 
‘ÊDÎ NATIRSIM'
 
Zubeyde Kanîdagliyê jî destnîşan kir ku ji bo guherînê li benda 14'ê Gulanê ye û got: "Me her zilm dît. Kesî deng dernedixist, em ditirsiyan. Lê êdî natirsim. Çi dibe bila bibe natirsim. Ez guherînê dixwazim. Bes e ji vê zilmê re. Bila detshilateke nû bê. Bila heqê me jî esas bê girtin. Ez yeqîn dikim ku dê Partiya Çepên Kesk doza heqê me bike. Em mirin, bila Tayyîp biçe, em jî dixwazin bijîn." 
 
Cennet Tokaçê jî bal kişand ser girîngiya guherînê û xemsariya dewletê ya piştî erdhejê. Tokaçê got: "Ez guherînê dixwazim. Desthilata bi tena serê xwe nabe. Ez dixwazim gel terciheke rast bike. Ez dixwazim ji bo zarokên me, ji bo siberoja me hin tişt bên kirin." 
 
Tokaçê destnîşan kir ku hêvî Partiya Çepên Kesk e û bang kir ku her kes dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk. 
 
‘HIQÛQ; AZADÎ, DEWLET TUNE NE'
 
Elîf Gornuyê jî got: "Ev hilbijartin ji bo me pir girîng e. Êdî hiqûq, azad, dewlet tune ne. Êdî bes e, hat heta vê derê. Em jiyaneke wiha naxwazin. Divê mafên jinan hebin. Beriya her tiştî dewlet divê. Li ser serê me bi navê dewletê tiştek tune ye. Mirovan muhtacî pîvaz û kartolan kirine. Zarokeke 5-6 salî ji dêvla ku behsa lîstikan bike, behsa aboriyê dike. Ên li ser musebîbê vê ne. Êdî kes wî naxwaze, divê fêm bike. Serokkomar û çawa cihêkariyê bike. Lê yê li ser serê me cihêkariyê dike." 
 
Gornu destnîşan kir ku ew ê dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk û wiha bang kir: "Ewilî li jiyana me û têkoşîna me û bi taybetî jî li kirinên piştî erdhejê binêrin. Paşê ger wijdanê we rihet be, hûn serbest in dengê xwe didin kê bidin. Em van tiştan heq nakin. Jin rastî destdirêjî û destavêtinê tên. Musebîbê vê jî ên li ser in. Demildest divê ê li ser biçe. 20 sal in heman kes li ser serê me ne."
 
MA / Rûkiye Adiguzel