Li 31 bajaran namzetên jin nehatin hilbijartin

  • jin
  • 12:02 15 Gulan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên serokkomariyê û parlamenteriyê, li 31 bajaran namzetên jin nehatin hilbijartin û 2 bajaran jî cara ewil namzetên jin şandin meclisê. 
 
Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên serokkomariyê û parlamenteriyê, li 31 bajaran namzetên jin nehatin hilbijartin.Bajarên ku namzetên jin li wan nehatine hilbijartin ev in: “Semsûr, Aksaray, Amasya, Ardahan, Artvîn, Baybûrt, Bîlecîk, Çewlig, Bolû, Bûrdûr, Çanakkale, Çorûm, Xarpêt, Erzingan, Gumuşhane, Îdir, Karabuk, Kirikkale, Karaman, Kirklarelî, Kirşehîr, Kilîs, Kutahya, Nîgde, Ordû, Rîze, Sînop, Tokat, Ûşak, Yozgat û Zongûldak.”
 
Her wiha di dîroka komarê de cara ewil li Gîresûnê jinek hat hilbijartin. Elvan Işik Gezmîş, ji lîsteya CHP'ê bû parlamentera CHP'ê ya Gîresûnê. Ji xeynî vê Osmaniye jî cara ewil parlamenterên jin şandin meclisê. Ji lîsteya AKP'ê Derya Yanik û ji lîsteya CHP'ê Asû Kaya bûn parlamenter.