TJK-F banga beşdariya Festîvala Jinên Kurd kir

  • jin
  • 12:24 16 Hezîran 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-F'ê bi daxuyeniyeke nivîskî jina vexwend 6’emîn Festîvala Jinên Kurd.
 
Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) ji bo tevlibûnê 6’emîn Festîvala Jinên Kurd a ku dê 18’ê hezîranê bê lidarxistin daxuyaniyek nivîskî parve kir û wiha got:  “10 sal berê sê jinên şoreşger ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Di 23’ê Kanûna 2022'yan de jî hunermend Mîr Perwer, Abdurahman Kizil û Emîne Kara (Evîn Goyî) hatin qetilkirin. Em 10 sal in têkoşîna heqîqet û edaletê dimeşînin. Yek ji parçeyê vê têkoşîna me jî Festîvala Jinan a Fîdan Doganê ye. Me îsal vê festîvala xwe diyarî Evîn Goyî ya ku li Parîsê hatibû qetilkirin, kir.
 
Wê festîvala me ya îsal di 18’ê hezîranê de bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li Qada Stalîngradê were kirin. Em bang li hemû jinan dikin ku bi awayekî xurt tev li vê festîvalê bibin.”