Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin li Rihayê mirineke biguman

  • jin
  • 09:41 17 Hezîran 2023
  • |
img
ÎZMÎR/RIHA - Li navçeya Ûrlayê cenazeyê Dûdû Yilmaz a 21 salî li pansiyona 3 roj bûn lê dima hate dîtin. Li Rihayê jî Ayşegul Irmak bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li ser ji Dûdû Yilmaz a ku 3 roj berê li navçeya Ûrla ya Îzmîrê li pansiyonekê bi cih bûbû û hevjînê wê R.Y. agahî nehatin wergirtin, tîmên polîsan ên hatin pansiyonê Dûdû Yilmaz bi awayekî qetilkirî dîtin. Di lêkolîna ji aliyê tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê ve hate kirin de hate tespîtkirin ku Yilmaz jiyana xwe ji dest daye. Agahî ji hevjînê wê R.Y. jî nehate wergirtin. 
 
Cenazeyê Yilmaz piştî lêkolîna ji aliyê dozger ve hate kirin, birin morga Saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin. 
 
RIHA 
 
Ayşegul Irmak (20) a li Taxa Meydan a girêdayî navçeya Bêrecûk a Rihayê dijiya, li mala xwe bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Hate îdiakirin ku hatiye kirin ku Irmak întîhar bike. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin. Cenazeyê Irmak şandin Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.