Zennûre Yuce: Sema ji bo me mîrate hişt, em ê jî xwedî lê derkevin

  • jin
  • 11:05 17 Hezîran 2023
  • |
img

AGIRÎ - Zennure Yuce di salvegera mirina keça xwe Sema Yuce de axivî û got: “Keça min ji bo me mîrate hişt. Em ê jî xwedî li doz û mîrateya wê derkevin.” 

 
Sema Yuce ku 21’ê adara 1998’an li dijî zilma li ser gelê kurd di girtîgeha lê dihat ragirtin dawî li jiyana xwe anî û strana Hozan Serhat a bi navê '”Keça Serhildêr a Araratê (Ararat’ın isyan kızı)'' ji bo wê hate gotin, li gel salên derbas bûn jî bi berxwedan û çalakiya xwe cihê xwe di nav bîranînan de digire.
 
Sema Yuce, di sala 1971'ê de li gundê Qerxeliya Jêrê yê navçeya Dûtaxê ya Agiriyê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn li Dûtaxê û lîseyê jî li Agiriyê kuta kiriye. Paşê ji bo beşa Civaknasiyê çûye Zanîngeha Ortadogû Teknîkê (ODTU). Di sala 1991'ê de li Mêrdînê tev li nav refê PKK'ê bû. Di havîna 1992'yan de tevî komeke hevalê xwe xwestiye biçe Agiriyê, lê ji ber îxbarekê li navenda bajêr hatiye binçavkirin û piştî lêpirsîneke dûr û dirêj hatiye girtin. Paşê 22 sal ceza lê hatiye birîn. Yuce, ewilî sirgûnî Girtîgeha Nevşehîrê û ji wir jî sirgûnî Girtîgeha Çanakkaleyê hatiye kirin. Di 21'ê Adara 1998'an de şeva Newrozê li girtîgehê agir berdaye bedena xwe. Piştî çalakiyê 80 rojî li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Cerrahpaşayê ya Stenbolê maye û di 17'ê hezîranê de jiyana xwe ji dest daye.
 
NAMEYA SEMAYÊ 
 
Yuce di nameya ku beriya çalakiya xwe nivîsî de bi gotinên “Ji bo ku ez bibim xwendekarekî baş ê Kawayê hemdem Mazlûm Dogan û hemû şehîdên me yên din, dixwazim mîna Zekiyeyan bişewitim û mîna Rahşanê bibim Newroz. Jin çirûskên agirê kurd in. Her jina ku dikare ji xweliyên xwe ji nû ve ji dayik bibe, ya ku dibe çirûska vê yekê, wê bibe avakarê Kurdistana azad” ji jinên peyhatî re dibe çavkanî.
 
Dayika Semayê, Zennûre Yuce hê jî li mala ku keça xwe lê aniye dinê dimîne û pirtûk, ferheng, cil, wêne vedişêre û dermanên ku keça xwe ku li nexweşxaneyê li pey mane di sarincê de hildaye.
 
 
Zennûre Yuce behsa keça xwe Semayê kir. 
 
PIR SERWEXT BÛYE 
 
Dayik Zennûre Yuce diyar kir ku gava Sema biçûk bûye zarokeke bêdeng bûye û hevalên wê gelekî jê hez dikirin û wiha behsa keça xwe kir: “Di zarokatiya xwe de pir bêdeng bû. Diçû dibistana xwe û dihat. Pir bi siyasete re eleqedar nedibû. Li malbata me welatparêzî hebû, lê em div î warî de ne pir serwext bûn. Ji bo xwendinê çû Enqereyê. Wê û çend hevalên xwe yên dibistanê xanî girtibûn. Ez û bavê wê çûn cem wê û em demekê li cem wê man. Hevalên wê tim dihatin malê û dûr û dirêj li ser siyasete diaxifîn. Wê çaxê min siyasetmedar Leyla Zana jî li wê malê dît. Meha Remezanê bû, ji bo fitariyê me sifra xwe danî û em li benda Semayê man, lê nehat. Heya 3 rojan me xeber jê negirt. Paşê em pê hesiyan ku tev li PKK’ê bûye.”
 
'EZ NIKARIM XIYANETÊ LI KEÇA XWE BIKIM’ 
 
Zennûre Yuce bi bîr xist ku leşkeran rojek avêtiye ser mala wan û got: “Leşkeran her der girtibû. Li mala me geriyan tiştek nedîtin. Gotin Sema tev li PKK’ê bûye û xwstin ez alîkariya wan bikim ku keça min paş ve bînin. Min jî got ez ê vê xiyanetê li keça xwe nekim û min daxwaza wan red kir. Lê paşê jî leşkeran gelek avêt ser mala me û hevjînê min û lawê min dikirin binçavan û îşkence li wan dikirin.” 
 
PIRSA WÊ YA EWIL 
 
Yuce anî ziman ku 80 rojan li cem keça xwe li nexweşxaneyê maye û wiha axivî: “Demek dirêj destûr nedan em wê bibînin. Paşê kesekî min bi dizî bir cem Semayê û min wê dît. Paşê nexweşxaneyê destûr da ku ez li cem Sema bim. Laşê wê hemû şewitîbû lê ji serûçavê wê tiştek nebûbû. Semayê ewqas xweşik bû meriv dil nedikir li çav û birûyê wê binêre. Ez li cem wê rûniştim. Ewilî j imin pirsa ‘Gelo Serok xwe ji çalakiya min aciz kir?’ Min got xwe aciz nekiriye. Paşê leşkeran min derxist derve. Paşê min demek dirêj wê nedît. Bi dû re jî neqlî nexweşxaneya girtîgehê kirin.” 
 
'HETA MIRINÊ…’ 
 
Zennûre Yuce destnîşan kir ku ew ferq dike ku wê keça wê jiyana xwe ji dest bide xatiran jê dixwae û dotira rojê wefat kir. Yuce anî ziman ku dema keça xwe defin dike soz dide wê û wiha got: “Min jê re got heta ez bimirim ez ê li ser rêça te bim. Ez ji ser rêya te venegerim. Bi salane ez li vê malê bi tenê dimînim. Ez ê her tim li cem wê bim. Ez ê li pey doza wê bim. Êşa me zêde bû lê ken û moralê me kêm nebû. Keça min ji bo me mîrate hişt, em ê jî xwedî li doz û mîrateya wê derkevin.” 
 
MA / Bêrîvan Kutlu