‘Jin jiyan azadî ji gelên Îranê re bû ronahî’

  • jin
  • 09:04 30 Hezîran 2023
  • |
img

WAN - Rojnamevan Şilêr Gûran anî ziman ku felsefeya “Jin jiyan azadî” ji gelên Îranê re bûye ronahî û bi lêv kir ku guhertinên rejîmê yên di “Qanûna Xêlî û Îfetê” de nikarin bandorê li têkoşîna jinan bikin. 

Berxwedana ku li rojhilatê Kurdistanê piştî qetilkirina jina kurd Jîna Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” dest pê kir û belavî cîhanê bû meha 9’emîn li pey xwe hişt. Rejîma Îranê ku nikarî berxwedana di pêşengtiya jinan de bişikîne, bi rêya darazê pêkanînên nû xistin dewreyê. Bi guhertina nû ya rejîma Îranê ya di 'Qanûna Xêlî û Îfetê' de, her jineke ku li cihên ji gel re vekirî laçika xwe ji serê xwe bike, wê di qonaxa yekemîn de pêyama hişyariyê jê re bê dayîn, di mijara binpêkirina duyemîn a qanûnên nixumandinê de wê cezayê pereyî bê dayîn û di rewşeke nedayîna pereyan de ev ceza wê bi du qatan bê zêdekirin û ji hesabê bankayê bê birîn.  
 
Rojnamevana Îranî Şilêr Gûran têkildarî berxwedana di pêşengtiya jinan de didome û zextên rejîma Îranê nirxandin kirin. 
 
TAKTÎKÊN ZEXTÊ ÊN REJÎMA ÎRANÊ
 
Gûran, anî ziman ku piştî Îran veguherî Komara Îslamê bi salan e jin bûne hedef û bi lêv kir ku ev rewş bi zextên aboriyê tê domandin. Gûran, diyar kir ku rejîma Îranê xebitîna jinan girêdayî laçikê kiriye û destnîşan kir ku rejîm taktîkên ku jinan ji civakê dûr bixe û zextan lê bike pêş ve dibe.
 
‘JINAN QAD NETERIKANDIN’
 
Gûran, anî ziman ku jinên Îranî bi salan e di bin zexta malbat û rejîmê de hewl didin  hebûna xwe bidin nîşandan û wiha berdewam kir: “Tiştekî ku jinên Îranî winda bikin nîne, ji mafên xwe yên bingehîn bi salan e mehrûm tên hiştin. Di 40 salên dawî de weke ku me piştî qetilkirina Jîna Emîniyê jî dît ku ji vîna jinan re rêz nehate girtin. Gelek jin hatin kuştin, hatin girtin û hatin lêdan lê jinan qad neterikandin. Desthilat jinan weke hevrikê xwe dibîne û ji ber vê yekê ev qanûn derxist. Têvî di têkoşîna jinan de kûlîn hebe jî teqez qanûna laçik û îfetê ya nû nikare bandorê li têkoşîna jinan bike.”
 
ARMANCA BINGEHÎN A JINAN WEKHEVÎ YE
 
Gûran, destnîşan kir ku armanca bingehîna jinên îranî wekhevî ye û wiha lê zêde kir: “Li vî welatî di bin navê ‘namûsê’ de her roj jin tên qetilkirin. Tundiya li dijî jinan her sal dibe sedemê ku bi dehan jin jiyana xwe ji dest bidin. Di bikaranîna qadên cemaweriyê de jî bi zilaman re wekhev nînin. Hiqûqa hikumeta baviksalarî ya Îranê derfetê nade jinan ku di van mijaran de bijîn û her tim piştgiriyê didin mêran. Jinên Îranî dizanin ku ew ê tu carî di bin siya vê desthilatdariya olî û antî-femînîst de wekheviyê bi dest nexînin. Jin dê ji bo pergala jinan biguhere têbikoşin.”
 
FELSEFEYA JIN JIYAN AZADΠ
 
Gûran, anî ziman ku piştî qetilkirina Jîna Emînî felsefeya “Jin jiyan azadî” ji gelên Îranê re bû ronahî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Vê dirûşm û felsefeyê ji berê cûdatir jin veguhestin refên pêş ên şermezarkirinan. Dirûşmeya jin jiyan azadî, dide nîşandan ku azadiya civakê di azadiya jinê de derbas dibe. Dixwaze jinên li derveyî Îranê bibin dengê daxwaza jinan a wekheviyê ya Îranê. Ji ber ku bi salan e dengê van jinan nayê bihîstin.”
 
MA / Bêrîvan Kûtlû