Li Sûltangaziyê jin civiyan: Têkoşîn û rêxistinkirin destnîşan kirin

  • jin
  • 19:33 16 Tîrmeh 2023
  • |
img

STENBOL - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar a di civîna jinan a ji aliyê HDP’ê û Partiya Çepên Kesk ve li navçeya Sûltangaziyê hate lidarxistin de axivî wiha got: “Em ê li ba jinan û gelê xwe bin.” Di civînê de rêxistinkirin û têkoşîn derket pêş. 

 
Civînên gel û jinan ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk li dar dixin bênavber didomin. HDP’ê û Partiya Çepên Kesk îro jî li Rêxistina HDP’a Sûltangaziyê civîna jinan li dar xist. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî di nav de gelek jin tev li civîna jinan bûn. 
 
Endama Partiya Çepên Kesk Zuleyha Çengel a di destpêka civînê de axivî, hilbijartina tûra 2’yemîn a Serokkomariyê ku di 28’ê gulanê de hate kirin bi bîr xist û wiha got: “Me bi kêmasî û zêdebûnan hilbijartinek li pey xwe hişt. Me her tim têkoşîn kir. Me tu caran dest ji têkoşîna xwe berneda û em ê tu caran dest jê bernedin.”
 
‘EM Ê LI BA GELÊ XWE BIN’ 
 
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî destnîşan kir ku HDP û Partiya Çepên Kesk partiyeke ku jinan û aştiyê esas digire ye û wiha got: “Belê hilbijartin weke ku me armanc dikir derbas nebûn lê em hemû jî dê têkoşîna xwe û rê û rêbazên xwe bidomînin. Niha hilbijartin xelas lê jiyan ne xelas. Divê ji niha û şunde em piştî vê pêvajoyê em jin çi bikin, çareserî çi ye? Divê em li ser vê bisekinin. Elbet di van civînên em dikin de xwe rexnedayîna xwe didin. Em ê li ba jinan û gelê xwe bin.”
 
BI JINAN RE 
 
Hevseroka Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Beser Çelîk jî anî ziman ku jin ji berê ve bi xizaniyê re rûbirû dimînin û wiha got: “Em niha jî xizaniya jinê û êrişên li dijî jinan dijîn. Di pêvajoya ji niha şûnde em ê bi jinên li taxan re têkiliyê de bin û ji bo hemû jin bibin xwedî gotin em berpirsyartiyê digirin ser xwe. Em ê xebatên xwe jî bi vî awayî bidomînin.”
 
JINAN TÊKOŞÎN DESTNÎŞAN KIR
 
Jinên ku pişt re mafê axaftinê wergirtin, diyar kirin ku jin di nava civakê de bi hin pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Jinên ku girîngiya rêxistinêkirinê destnîşan kirin bal kişandin ser têkoşînê. 
 
Di civînê de kêmasiyên di pêvajoya hilbijartinê de jî hatin nirxandin. Di civînê de gelek mijarên weke piştî hilbijartinê divê rêyeke çawa were şopandin, pêwîstiya mezinkirina rêxistinbûyînê, jin wê çawa têkoşîn û rêxistinbûyînê mezin bikin, bendewarî û daxwaz hatin nîqaşkirin û li ser xala peydakirina çareseriyê nîqaş hatin meşandin.