RAWA: Em ji wêrekiya şervanên kurd îlhamê werdigirin

  • jin
  • 13:50 22 Tîrmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinên Şoreşger a Kabîl-Efganistanê (RAWA) diyar kir ku ji şervanên jin ên kurd îlham girtine û li dijî pergala baviksalariyê peyama têkoşînê dan.
 
Yekitiya Jinên Şoreşger a Kabîl-Efganistanê (RAWA) û Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistan (KJK) bi dirûşmeya "Li dijî êrişên mêrên hegemon, em bi jinên Efgan û Şengalê re ne" di navbera 3 û 15’ê tebaxê de kampanyayek dabûn destpêkirin. 3’ê Tebaxê salvegera Qetlîama Şengalê bû ya ku DAIŞ’ê kiribû û di 15’ê Tebaxê de jî Talîbanê dest danîbû ser Efganistanê.
 
Di daxuyaniya ji bo têkoşîna hevpar de wiha hat gotin: “Em RAWA li ser jinên bindest ên Efganistanê, spasiya rêxistina KJK’ê dikin ku di rojên zehmet de bi me re bûn û dengê me dabûn bihîstin. Di dema şer, sûc û êrîşên ku ev zêdeyî nîv sedsal e li Efganistanê didome, herî zêde jin bûne qurbaniyên polîtîkayên emperyalîzm û bingehparêzên Îslamîst, lê tevî van hemû êşan jî jin têkoşîna xwe ya bi lehengî didomînin û dev jê bernadin. Emerîka ku wek welatekî dagirker tenê li pey berjewendiyên xwe ye û xwîna me Efganan ji bo wan ne bi qîmet e.
 
Em jinên Efganî her tim ji wêrekiya xwişkên xwe yên şervan ên Îranî û Kurd îlhamê distînin. Şervanên jin ên Îranî tevî ku li girtîgehên rejîma 'Welayet-î feqîh' hatin gulebarankirin, êşkencekirin û înfazkirin jî ji bi biryar dadikevin qadan û parastina xwe didomînin. Jinên Kurd ên wêrek bi têkoşîna xwe ya çekdarî ya li dijî DAIŞ'ê û alîgirên wê, ji hemû cîhanê re eşkere kirin ku rêya rizgarbûna ji nav lepên çeteyên DAÎŞ’ê xwedîderketina li ser berxwedanê ye.
 
Rêxistinên Kurd li hemberî êrîşên herî mezin ên dijminên hundir û derve jî bi cesareteke mezin li ser peywira xwe ne. Wezîfeya me ye em li dijî emperyalîzmê û dûvikên wan ên olî, wekî jinên bindest bibin yek. Wê demê em dikarin civaka xwe ber bi demokrasiya li ser esasê wekhevî, edalet û laîkbûnê bibin. Bijî yekîtiya kedkarên jin ên li hemû cîhanê.”