Salek e kujerê Zerkînê nehatiye zeftkirin

  • jin
  • 09:04 28 Tîrmeh 2023
  • |
img
ÎZMÎR - Denîz Ozarsaln ku Ezgî Zerkînê qetil kir hê jî nehatiye zeftkirin. Malbata Zerkînê got: "Ev kujer ji aliyê hin kesan ve tê parastin." KCDP'ê jî ji bo kujer bê zeftkirin amadekariyên hin çalakiyan dike. 
 
Li navçeya Konak a Îzmîrê di 28'ê Tîrmeha 2022'yan de Denîz Ozarslan (37), hevjîna xwe Ezgî Zerkînê (31) li kargehê bi çekê kuşt. Zerkîn li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Pepecîkê hat dermankirin, lê di 11'ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê Ozarslan reviya û salek e nehatiye zvetkirin. Çendî der barê bûyerê de lêpirsîn hatibe destpêkirin jî, heya niha lêpirsîn wekî xw eye. Ji ber ku li ser dosyeyê biryara veşartî heye, parêzerên malbata Zerkînê têkildarî lêprisînê ne xwedî agahî ne. 
 
Zerkînê doza destjêberdanê li Ozaraslan kiribû. PIştî qetilkirina Zerkînê bi 10 mehan doza destjêberdanê bi dawî bû. 
 
Malbata Zerkînê ji bo zeftkirina kujer heya niha gelek caran seîr li midûriyeta polîsan daye, lê belê tiştek bi dest nexistiye. 
 
Di ser kuştina Zerkînê re salek derbas bû, lê kujer hê jî nehatiye zeftkirin. Ji ber vê dê Platforma Em ê Cinayetên Jinan Bisekikînin (KCDO) dê di 29'ê tîrmehê saet di 17.00'an de bi awayekî girseyî li ber Walîtiya Îzmîrê çalakiyekê li dar bixe.
 
'DEWLET LI KUJER NAGERE' 
 
Ziynet Zerkîn diya Zerkînê, bilêv kir ku keça wê beriya ku bê qetilkirin gelek caran giliyê kujer kiriye û herî dawî çendî ji bo wê biryara parastinê hatibe dayîn jî, tevdîr nehatiye girtin û hatiye qetilkirin. Zerkînê bilêv kir ku ji ber ku gef li wan tên xwarin ji bo wan jî biryara parastinê hatiye dayn û got: "Dibe ku kujer ji nişkave derkeve pêşberî me. Lê dîsa jî kes nayê me naparêze. Min tevî rêxistinên jinan me gelek caran têkildarî vê daxuyanî dan û çalakî li dar xistin. Lê dîa jî kujer nayê dîtin. Ez li kujerê keça xwe digerim." 
 
Zerkînê bilêv kir ku tevî ku derfetên midûriyeta polîsan hene jî kujer nayê zeftkirin û got: "Êdî ez hatime wê astê ku ez bi xwe edaleta xwe pêk bînim. Jiyana me hemûyan di xetereyê de ye. Ev kujer ji aliyê hin kesan ve tê parastin. Hem li nav welêt hem li derveyî welêt bi bultena sor lê tê gerîn. Ma ev kes bêyî piştgiriya hin kesan çawa dikare bijî? Dîtina wî peywira dewletê ye, lê dewlet karê xwe nake." 
 
Dayika Zerkînê bilêv kir ku ew ê heya dawiyê bitêkoşe û got: "Ez doza edaletê dikim." 
 
Hazal Zerkîn, xwişka Zerkînê jî got ku ji ber ku kujer nehatiey dîtin hê jî şîna xwe danenîne. 
 
BANGAWAZÎ
 
Endama KCDP'ê Tulîn Osmanogûllari jî ji bo çalakiya ku dê ji bo Zerkînê li dar bixin wiha bang kir: "Em li benda her kesî ne ku tevlî çalakiya me ya roja şemiyê bibin. Ji lew re jinek ji ber ku xwest dest ji hevjînê xwe berde hat qetilkirin û kujer nehatiye zvetkirin. Em ê li vir bang li kesên berprisiyar bikin." 
 
MA / Delal Akyuz