Li Dîlokê jinek hat qetilkirin

  • jin
  • 14:06 28 Îlon 2023
  • |
img
DÎLOK - Li navçeya Şahînbeya Dîlokê Alî Yavûz hevjîna xwe Medîne Yavûz ku li ber devjihevberdanê bûn qetil kir û sê zarokên xwe û cîranek xwe jî birîndar kir. 
 
Li navçeya navendî Şahînbey a Dîlokê Alî Yavûz hevjîna xwe Medîne Yavûz a li ber devjihevbardanê bûn qetil kir. Yavûz ê kujer sê zarokên xwe û cîrana wan Zeynep T. jî birîndar kir. Alî Yavûz piştî bûyerê li hewşa malê jî xwe kuşt. Tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyan. Ji birîndaran rewşa du kesan giran e. Cenazeyan jî rakirin morga Saziya Tiba Edlî.