JINNEWS: Di cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin

  • jin
  • 10:10 7 Mijdar 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya meha cotmehê eşkere kir. Li gorî vê, di cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin û 13 jin û 3 zarokan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. 

 
Li gorî çeteleya tundiyê ku JINNEWS her mehê parve dike, di meha cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin û hewldan çêbû ku 2 jin bên qetilkirin. Her wiha 12 jin ji hêla hevjînê xwe ve, 2 ji hêla zilamên ku nas nedikirin, 2 jê ji hêla kurên xwe ve, 2 jê ji hêla birayên xwe ve, 2 jê ji hêla cîranên xwe ve, 2 jê ji hêla zilamên di pêvajoya hevberdanê de ve, yek jê ji hêla zilamê ku hevberdabûn ve, 2 jê ji hêla zilamê ku pê re dijiyan, 2 jê ji hêla hevalên xwe yên ku dev ji hev berdabûn û yek jî ji hêla bavê xwe ve hate qetilkirin. 
 
HERÎ ZÊDE LI EDENE Û ENQEREYÊ HATIN QETILKIRIN
 
Li Mêrdînê 2, li Artvînê 2, li Enqereyê 3, li Mêrsînê 2, li Edeneyê 3, li Stenbolê 1, li Rihayê 1, li Îzmîrê 2,  li Eskîşehîrê 1, li Dîlokê 1, li Ispartayê 1, li Antalyayê 1, li Tekîrdagê 1, li Konyayê 1, li Kocaeliyê 1, li Trabzonê 1, li Agiriyê 1, li Edirneyê 1, li Bayburtê 1, li Sakaryayê 1 û li Bursayê jî jinek hate qetilkirin.