Aktivîsta ereb Asadî: Darvekirin li dijî kêmaran wekî amûreke çewisandinê tên bikaranîn

  • jin
  • 09:00 8 Mijdar 2023
  • |
img

WAN - Aktivîst û feminîsta ereb Hîfa Asadî ku bal kişand ser nasnameya girtiyên siyasî yên ji aliyê rejîma Îranê ve tên bidarvekirin û got: "Darvekirin, amûreke çewisandinê ye ku ji aliyê rejîma Îranê ve li hemberî kêmaran tê sepandin." 

Rejîma Îranê di pêvajoya dawî de girtiyên siyasî yên bi salan girtî ne, bi dar ve dike. Di 3'yê adara 2023'yan de Muhyeddîn Îbrahîmî piştî 6 salên li girtîgehê hat bidarvekirin. Di hezîrana 2023'yan de Hemîn Mistefa piştî 10 salên li girtîgehê û Qasim Abeste jî piştî 14 salên li girtîgehê hatin bidarvekirin. 
 
Aktivîsta ereb a ji Îranê Hîfa Asadî ku sepanên darvekirinê yên rejîma Îranê nirxand, wiha got: "Darvekirin, amûreke çewisandinê ye ku ji aliyê rejîma Îranê ve li hemberî kêmaran tê sepandin." 
 
Feminîst Hîfa Asadî
 
‘ÊN TÊN BIDARVEKIRIN KURD, EREB Û BELÛC IN'
 
Asadî bilêv kir ku gelê kurd, ereb û belûc li dijî rejîma Îranê ne û ev tişt anî ziman: "Ji bo persan darvekirin bi piranî di bûyerên pir spesîfîk de çêbûne. Ji bo kurd, ereb û belûcan jî ên tên darvekirin aktivîstên perwerdekirî û bijare ne. Armanca van darvekirinan jî ew e ku çima gel doza mafên xwe dikin û ji bo azadiya xwe tevdigerin. Bi vê sepana darvekirinê li Îranê peyameke wiha ji bo kurd, ereb û belûcan tê dayîn; 'Em kê bixwazin em dikairn wan têxin hucreyan û ger em bixwazin em dikairn wan bikujin.' Ji lew re darvekirin amûreke çewisandin û gefxwarinê ne. Tirs û fikarê belav dikin. Ev rejîm ji ber vê tirsê 40 sal in dijî." 
 
‘DARVEKIRIN NIKARIBÛN PÊŞÎ LI BER SERHILDANAN BIGIRIN'
 
Asadî bibîr xist ku gava rejîma Îranê bûye desthilat bi hezaran kes bi dar ve kiriye û got: "Gava medyaya civakî û înternet tune bû, tepisandina fikirên cuda an jî sansurkirina wan pir hêsan bû. Gava em li nûçe û nivîsên wê demê mêze dikin, kuştina mirovan û nixumandina vê pir hêsan bû. Di rojên ewil ên rejîmê de ya hat kirin ev bû. Gava em li daneyên wê demê mêze dikin, di 4 salan de bi hezaran mirov hatine kuştin. Ên hatine kuştin jî kesên wekî rejîmê nefikirî ne û doza mafên xwe kirine. Lê feraseta darvekirin nikaribûye pêşî li ser serîhildanan bigire. Gava mirovekî dikujin, tenê dengê wî û daxwazên wî tune dikin, lê malbatên van mirovan li jiyanê ne û dest bi parêzvaniya mafan dikin." 
 
Asadî diyar kir ku her diçe gel bêtir tirsa li ser xwe diavêje û wiha pê de çû: "Serîhildan û şoreşê piştevaniya di navbera mirovan de xurttir kir. Dewlet hê jî tirsê wekî amûreke çewisandinê bi kar tîne, lê êdî bi ser nakeve. Ji ber ku welatekî pirneteweyî ye, hewl didin kesên ji neteweyên cuda bi dar ve bikin." 
 
‘PÊŞENGÊN CIVAKÊ HEDEF DIGIRIN'
 
Asadî destnîşan kir ku bi darvekirinan armanc çavtirsandina gel e û got ku pêşengên civakê hedef tên girtin. Asadî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di nava kesên hatin darvekirin de gelek helbestvan û mamosteyên ereban û kurdan hebûn. Ev kes di civakê de kesên girîng bûn û zilma li gel dihat kirin didîtin û ev yek belav dikirin. Ji bo nijadên cuda, tawanbariyên cuda hene. Ev tawanbarî bi vî rengî ne; 'ewlehiya neteweyî', 'gefên li ewlehiya neteweyî' û 'heqareta li xwedê'. Anku di kê de nîşaneyên guherînê bibînin, wan bi dar ve dikin. Aktivîstên îranî yanî yên fars gava sûcên giran dikin jî, herî zêde çend salan ceza li wan tê birîn. Anku li şûna çalakiyan, ceza li nijadan tê birîn."