Jinên şirnexî: Ditirsin ku dengê Abdullah Ocalan bigihije gel

  • jin
  • 09:52 17 Mijdar 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Jinên silopiyayî diyar kirin ku îktîdar ditirse dengê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bigihije gel û wiha gotin: “Em dixwazin rewşa Serokê xwe bizanin û were berdan.” Jinan ji bo tevlibûna Meşa Azadiyê bang kirin. 
 
Rêberê PKK’e Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê tê ragirtin û 32 meh in tu agahî jê nayên girtin. Ji bo rakirina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, dê di 18’ê mijdarê de li gelek bajarên Kurdistanê ber bi Gemlîkê ve Meşa Azadiyê were lidarxistin. Beriya meşê, li gelek bajaran bi gel re civîn hatin lidarxistin. Eleqeyeke zêde ya gel ji bo civînan hebûn û peyama “Ji Ocalan re azadî” derket pêş. 
 
Jinên ku tev li civîna gel a li navçeya Silopiya ya Şirnexê bûn, diyar kirin ku nifteya çareserî û edaletê li Îmraliyê ye. 
 
Welatiya bi navê Besna Ayaz (62) diyar kir ku tevî Abdullah Ocalan, tecrîd li tevahiya gel tê ferzkirin û xwest ku di serî de Abdullah Ocalan, hemû girtiyên siyasî bên berdan. 
 
Ji welatiyan Ayşe Sonar (67) jî bi lêv kir ku ew dixwazin di nava aştiyê de bijîn û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin derheqê birêz Ocalan de agahiyan bigirin û were berdan. Dê rojekê aştî were û di dawiya dawî de em ê bi ser kevin. Lê heta tecrîd ranabe aştî nayê. Lewma divê em kurd tavilê yekitiya xwe ava bikin.” 
 
‘DITIRSIN’ 
 
Têkildarî mijarê Ayşe Tokay (60) jî diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan demekî dirêje bi tena serê xwe di odeyekê de tê ragirtin û wiha pê de çû: “Nahêlin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ev yek, derhiqûqtiyeke mezin e. Em vê yekê şermezar dikin. Yên ku li gorî mirovahiyê tevnegerin, yên ku mirovan weke mirov nabînin xwedê jê qebûl nake. Em kesên aştî, aramî û yekitiyê naxwazin lanet dikin. Bila tecrîda li ser Rêberê me were rakirin û aştî û wekhevî çêbibe. Ditirsin ku dengê birêz Ocalan bigihije gel. Ji ber ku heke dengê wî bigihije gel dê aştî çêbibe. Yên ku aştiyê naxwazin, naxwazin dengê wî were bihîstin. Divê gelê kurd jî li dijî vê rewşê yekitiya xwe ava bike. Hewceye tu kes di vê mijarê de durûtiyê neke.” 
 
‘NIFTEYA ÇARESERIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE’
 
Ji welatiyan Emîne Ozerk (56) jî got ku nifteya çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê li Îmraliyê ye û wiha pê de çû: “Heta ku tecrîda li ser birêz Ocalan ranabe, heta ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê neke, ne tirk dê bikarin bibêjin ‘ez heme’ ne jî kurd dikarin wisa bibêjin. Ji ber ku nifteya çareserî û edaletê li Îmraliyê ye. Ji bo vê jî divê her kes destê xwe deyne ser wijdana xwe û ji dest çi were divê bike. Roj ne roja berjewendî û menfaetê ye. Ji ber ku bi hezaran ciwanên me canê xwe ji dest dan. Hêj niha jî balgiyê zarokên me kevir e, lihêfa wan ax e, asîman e. Têkoşîneke me ya ji Şêx Seîd û Seyîd Rizayan heta îro heye. Divê em yekitiya xwe pêk bînin. Hewce nake em li pey berjewendiyên xwe yên şexsî bikevin û ji hev belav bibin. Heke em wisa bikin dê tu carî nekarin bi ser kevin. Divê em ji ewil tecrîda li ser birêz Ocalan rakin. Ev tecrîd ne tenê li ser Îmraliyê lê li ser tevahiya gelê kurd tê ferzkirin. Heke em nekarin bi dilrehetî li kolanan bigerin, heke em nekarin fikrên xwe bibêjin, ev tê wateya tecrîdê. Nifteya çareseriya van pirsgirêkan jî li Îmraliyê ye. Divê em vê zilmê bi dawî bikin. Banga min ji bo her kesî ew e ku tev li Meşa Azadiyê bibin.” 
 
Emîne Ayaz (65) jî destnîşan kir ku daxwaza gelê kurd ew e ku Abdullah Ocalan azad bibe û wiha got: “Lewma Meşa Azadiyê girîng e. Bifikirin ku mirovek 25 salan di nava çar dîwaran de ye û nahêlin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Zarokên me 30 salan di nava çar dîwaran de dihêlin. Nahêlin li asîman jî temaşe bikin. Çi eleqeya vê bi mirovahiyê re heye? Ma dê ev zilm heta kengî berdewam bike?”
 
Zarîfe Işik (40) jî got ku bila êdî şer nebe, zarokên wan di girtîgehê de ne û xwest bên berdan. Işik, da zanîn ku heke tecrîd were rakirin dê aştî pêk bê û banga yekitiyê li gelê kurd kir.