Jin dê hêj bihêztir derkevin kolanan

  • jin
  • 10:12 21 Mijdar 2023
  • |
img
STENBOL - Endama KGB’ê Selîn Tok diyar kir ku têkoşîna jinan li her çar aliyên cîhanê mezin dibe û wiha got: “Me dest bi amadekariyan kir. Li dijî girtina kolanan, em ê îsal hêj qelebalixtir derkevin her kolanê.” 
 
Di serî de li dijî tundiyê, jin her sal li dijî her cureyên êrişan derdikevin qadan û li dijî îktîdaran deng û têkoşîna xwe dikin yek. Rêxistinên jinan ku dest bi amadekariyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî kirine. Rêxistinên jinan dê îsal jî li Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî tundiya mêr-dewletê, tacîz, destdirêjî, qetilkirin, krîza aborî, xizanî, şer û guherandina Destûra Bingehîn dakevin qadan. 
 
Endama Jin bi hev re Bihêz in (KGB) Selîn Tok têkildarî asta têkoşîna jinan gihiştiyê û kêmasiyên heyî axivî. 
 
LI DIJÎ TUNDIYA MÊR-DEWLETÊ
 
Tok, da zanîn ku wan dest bi amadekariyên xwe kirine û wiha got: “Di çalakiyên par de gelek jin rastî tundiya polîsan hatin û hatin binçavkirin. Li gelekan doz hatin vekirin. Serlêdanên me yên sûc ên derheqê tundiya mêr-dewletê de bêencam man. Derheqê polîsên li qadan tundiyê li jinan dikin de tu tiştek nayê kirin. Lê jinên tundiyê teşhîr dikin tên cezakirin. Em ê di 25’ê Mijdarê de dîsa li qadan bin. Me li Stenbolê dest bi amadekariyan kir û em ê îsal bêhtir qelebalix bin. Kampanyayên me yên li dijî êrişan hene.” 
 
PROJEYA ‘JINAN DI MALÊ DE HEFS BIKE’
 
Bi domdarî Tok diyar kir ku dê îsal li dijî şer, tundî, xizantiya jinan û guherîna Destûra Bingehîn dengê xwe bilind bikin û wiha pê de çû: “Îktîdara heyî bi guherîna nû ya Destûra Bingehîn re dixwaze li ser saziya malbatê civaka me dîzayn bike. Em baş dizanin ku dixwazin jinan li malê hefs bikin û dijminatiyê li LGBTÎ+’yan dikin. Îktîdar hewl dide krîza heyî li ser malbatê çareser bike. Êrişên mezin li ser destkeftiyên jinan hene. Peymana Stenbolê betal kir û piştre jî Qanûna Hejmar 6284 mafên nefeqe û kurtajê kir rojev. Dibêjin ‘me îstîhdama jinan zêde kir’ lê xizantiya jinan di lûtkeyê de ye. Di esasê xwe de projeya dewletê ew e ku bi êrişên li dijî nefeqeyê re jinan li malê hefs bike.” 
 
POLÎTÎKA ŞER 
 
Di berdewamê de Tok anî ziman ku di hemû şeran de ji ewil bedena jinan hedef tê girtin û wiha axivî: “Em ê di çalakiyên 25’ê Mijdarê de balê bikişînin ser vê mijarê. Dewlet şerê Filistîn-Îsraîlê şermezar dike lê têkiliyên xwe yên bazirganiyê didomîne. Heke li dijî şer were derketin wê demê divê li dijî hemû şeran were derketin. Li rexekî Rojava bombebaran dikin lê li rexa din dibêjin em bi gelê Filistînê re ne. Ev durûtî ye. Em li dijî şerê li Filistînê jî, Rojava jî li Qerebaxê jî ne. Ji ber ku yên winda dikin jin in.” 
 
NECEZAKIRIN TUNDIYÊ ZÊDE DIKE 
 
Tok, axaftina xwe wiha qedand: “Polîtîkayên îktîdarê yên heyî tundiya li dijî jinan zêde dike. Faîl, bi destê darazê tên parastin. Faîl, pişta xwe didin dewletê û her cureyên tundiyê dikin. Gelemperiya faîlan nayên cezakirin. Lê dema jin li dijî tundiyê xwe diparêzin, cezayên herî giran lê tên birîn. Li hêla din gelek jinên polîtîkayê dikin di girtîgehê de ne. Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel,  Gultan Kışanak tevî dema wan a girtinê tije bûye jî nayên berdan. Li her devera cîhanê têkoşîna jinan mezin dibe û xwe birêxistin dike. Lê hinek kêmasî hene. Kêmasiya herî mezin jî nebûna teoriyeke enternasyonalîst û toreke hevpar e. Pirsgirêkên hemû jinan dişibin hev û pêdivî bi yekitiyeke xurt heye. Heke tevgereke aştiyê ya navneteweyî hebûya dê her tişt cuda bûya.” 
 
MA / Esra Solîn Dal