Li Îranê jina ev 7 meh in dernaxin dadgehê dest bi greva birçîbûnê kir

  • jin
  • 15:44 22 Mijdar 2023
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Nasim Simiari ya 7 meh berê bi hinceta tev li çalakiyên “Jin, jiyan, azadî” bûye hatibû binçavkirin, ji bo nederxistina xwe ya dadgehê şermezar bike, dest bi greva birçîbûnê kir. 
 
Li Îranê Jîna Emînî ji ber laçik li serê xwe nekiribû ji hêla hêzên rejîmê ve hate qetilkirin û di 18’ê gulanê de çalakiyên bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” dest pê kiribûn. Nasim Simiari ya bi hinceta tev li çalakiyan bûye û ev 7 meh in dernaxin dadgehê, ji bo şermezarkirina rewşê, dest bi çalakiya birçîbûnê kir. 
 
Nesim Simiari ya li Tehranê eywana kuaforê dide xebitandin bi îdiayên “Ji bo xerakirina ewlehiya welat kombûn û peymanên veşartî avakirin”, “Bombekirina cihên ji cemaweriya giştî re vekirî”, “Xerakirina ramî û pergala cemaweriya giştî” tê sûcdarkirin.
 
Simiariya hatiye binçavkirin, demek dirêj di qawişa yekkesî de hate girtin û piştî 16’ê mijdarê, wê birin qawîşa jinan. Simiari ya îtîrafkarî lê hatiye ferzkirin û rastî zextan hatiye, ji mafê berdana bi kefaletê û girtina parêzar jî bêpar hat hiştin. 
 
DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ KIR
 
Hat zanîn ku Nesim Simiari ji bo şermezarkirina bêhiqûqiyên ku rast hatiye, dest bi greva birçîbûnê kir.