Rapora Wanê ya Komeleya Jinan a Starê: Di 22 mehan de 23 jin hatin qetilkirin

  • jin
  • 15:01 24 Mijdar 2023
  • |
img
WAN - Di rapora tundiyê ya Komeleya Jinan a Starê de hat destnîşankirin ku di 22 mehan de li Wanê 23 jin hatin qetilkirin. Di raporê de hat gotin ku jin li şûna saziyên fermî, serî li komeleya wan didin û sedema vê jî weke fikara “ewlehî” û “ziman” diyar kir. 
 
Komeleya Jinan a Starê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî “Rapora Şopandina Şahidiyên Jinan û Têkoşîna li Dijî Tundiya ser Jinan” ragihand. Rapor, li Eywana Civînan a Tahîr Elçî ya Baroya Wanê bi daxuyaniyekê hate ragihandin. Rapor ji hêla Rûken Ay ve hate xwendin. 
 
Ay, diyar kir ku armanca ji vê xebata çavdêriyê ew e ku bi serlêdanên bo komeleyê yên sala 2022 û 2023’yan û bi tecrubeyên rûbirûbûna tundiyê bê zanîn ka xizmetên di bin navê mekanîzmayên piştgiriyê de li gorî standardên navneteweyî tên birêvebirin an na û tevkarî li geşedana teqezkirina vê yekê bêkirin.
 
Ay, armanca ji vê xebatê wiha rêz kir:
 
“*Tecrubeyên jinên bi tundiyê re rûbirû man berbiçav bike.
 
* Dê pirsgirêkên xizmetê di mekanîzmayên piştgiriyê yên têkoşîna li hemberî tundiyê de berbiçav bike.
 
* Dê pêşniyazên baştir ji bo saziyên eleqedar pêşkêş bike.
 
 * Dê nerîteke çavdêriya berdewam, sîstematîk û serbixwe bide destpêkirin.
 
* Tevkariyê bike li geşedan û sazbûna feraseteke demokrasiyeke beşdar a hesas ji bo newekheviyan û li ser bingeha zayendeke civakî li Tirkiyeyê.”
 
DI 22 MEHAN DE 23 JIN HATIN QETILKIRIN
 
Bi domdarî Ay diyar kir ku li Tirkiyeyê ji bo pêşîlêgirtina tundiya ser jinan tevî ku hin tenzîmên baş ên qanûnî bi saya têkoşîna tevgera jinan hatine kirin jî, hê jî pirsgirêkên girîng di tetbîqkirina qanûnan de derdikevin holê. Ay, axaftina xwe wiha domand: “Çavkaniyên sereke yên van pirsgirêkan jî ev in; çalakî û gotinên ku bi daxwaza hikûmetê pêk tên û newekheviya zayenda civakî meşrû dikin, destpênebûna binyada îdarî ku tetbîqa qanûnan pêkan dike û helwestên kêfî yên tetbîqkerên qanûnan ku rastî tu cezayan nayên. Wekî saziya amadekar a raporê, ev xebata çavdêriyê li bajarekî di bin rêveberiya waliyê qeyûm de hatiye kirin ku ev rêveberî derbeyeke mezin e li demokrasiya ku mafê hevwelatîbûneke li gorî Beyanameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan e. Tenzîmên hiqûqî yên di çavdêrî û nirxandina vê raporê de referans hatine girtin; Peymana Têkoşîna li dijî Tundiya Navmalî û Hemû Tundiyên li Hemberî Jinan (Peymana Stenbolê), Peymana Tunekirina Hemû Cihêkariyên li Hemberî Jinan (CEDAW), Qanûna Der barê Parastina Malbatê û Astengkirina Tundiya li Hemberî Jinan (Qanûna hejmar 6284ê), Qanûna Cezaya Tirkî ya Hejmar 5231’ê (TCK), Qanûna Welatiyan a Hejmar 4721ê û Qanûna Parastina Zarokan a Hejmar 5395’ê. Di nav 2 salên borî de li Wanê 23 jin di encama tundiya mêran de hatin kuştin û 6 jinên di bin temenê 18 salî de û 11 jinên ji 18 saliyê mezintir ji ber hin sedemên nediyar întihar kirine. 13 bûyerên tundiyê hatine tespîtkirin ku kiryarên wan ên mêr personelên rêkxistina ewlehiya giştî ne.”
 
‘LI TEVAHIYA TIRKIYEYÊ TENÊ 145 STARGEHÊN JINAN HENE’
 
Ay, wiha domand: “Komeleya Jinan a Starê van bûyerên tundiyê bi nasnameya xwe ya mafparêziyê dişopîne û nahêle ku were jibîrkirin. Di vê rapora amadekirî de bûyerên tundiyê yên ne bi awayê serlêdanê bo komeleyê, nîşan didin ku sînordariyên li ber jinan ên bo gihiştina mekanîzmayên piştgiriyê hin astengiyên mezin in. Bidestxistina mekanîzmayên piştgiriyê bi beşdariya çalak a hevwelatîbûnê mimkin e ku dînamîkeke girîng e di avakirina wekheviya zayenda civakî de. Beşdariya hevwelatîbûna çalak a ku di avakirina wekheviya zayenda civakî de dînamîkeke girîng e û sûdwergirtina xizmetên şaredariyê ku di vê mijarê de pîvaneke girîng a demokrasiya beşdar e, bi wezîfedarkirina qeyûman a sala 2016’an (wezîfedarkirina qeyûman di hilbijartineke herêmî ya paştir de jî berdewam bû) sekinî û hat dîtin jin jî di rolên beşdariya hevwelatîbûna çalak de bûne sebebê binketinên trawmatîk. Li Tirkiyeyê tenê 145 stargehên jinan hene. Sala 2016’an jî stargeha di bin banê Navenda Jiyanî ya Rojînê ya girêdayî Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de, ji aliyê rêveberiya qeyûmî ve hat girtin.”
 
XEBAT DI DEMEKE KIN DE HAT TEMAMKIRIN
 
Bi domdarî Ay da zanîn ku ev xebat di demeke pir kurt de hatiye temamkirin û wiha pê de çû: “Mehên îlon û çiriya pêşîn a 2023’yan li xwe digire. Di merhaleya ewil a xebatê de stratejiyeke çavdêriyê hat nivîsîn. Li gorî stratejiya vê çavdêriyê, armancên serekî yên çavdêriyê, pêngavên çavdêriyê û nexşerê hatin diyarkirin. Çavkaniya sereke ya xebata çavdêriyê ji tecrubeyên wan jinan pêk tê ku di navbera kanûna paşîn a 2022’yan û çiriya pêşîn a 2023’yan de serî li Komeleya Jinan a Starê dane. Ligel analîza formên serlêdanê, formeke hevdîtinê hat amadekirin ku li ser tecrubeyên merûzbûyiyên tundiyê bû û bi 10 jinan re hevdîtinên rûbirû pêk hatin. Tenê di ser serlêdan û formên hevdîtinê re analîza daneyan pêk hat. Ev xebat, wek merhaleya ewil a çavdêriyê hat sêwirandin. Ji  bo merhaleya duyem, plan ew e bo demên paştir di têkoşîna li dijî tundiya jinan de çavdêriya saziyê pêk bê.”
 
DANE HATIN PARVEKIRIN
 
Ay, bi domdarî ev daneye parve kir: 
 
“* Zêdetirî nîviyê serlêdanên Komeleyê yên sala 2022’yan jinên navbera 35-44 salî ne, serlêdanên sala 2023’yan jî zêdetir di navbera 24-34 salî ne.
 
* Piraniya serlêderên jin ên komeleyê hem di sala 2022 hem di sala 2023’yan de kesên nexwendewar in. Daneya kesên nexwendewar sala 2022’an de sedî 34, 62 ye û di sala 2023’an de jî bûye sedî 32, 35.
 
* Piraniya jinên serî li Komeleya Jinan a Starê dayî zewicî ne. Di serlêdanên sala 2023’yan de hatiye dîtin ku hejmara jinên nezewicî zêdetir bûye. Di sala 2022’an de sedî 65, 38 û di sala 2023’an de jî sedî 66, 18 ye. Kesên nezewicî sala 2022’an de sedî 13,46 û di sala 2023’an de jî sedî 26,47 e. Kesên veqetî sala 2022’an de sedi 21,15 ye û di sala 2023’an de jî sedî 7,35 e.
 
* Tundî ji ber ku her tim wek cureyekê tenê nayê dîtin û ji ber ku pirtebeqeyî ye, xwe dispêre newekheviyên hêzî û di nav têkiliyan de bi metodên cuda tê sepandin; awayên tundiya fîzîkî û ya derûnî di salên 2022 û 2023’yan de yek ji sedemên herî girîng e bo serlêdanê. Zêdebûneke din a berbiçav di grafîkê de jî zêdebûna daxwaza alîkariya madî ye di sala 2023’yan de. Hatiye dîtin ku qeyrana aboriyê û polîtîkayên ekonomiyê yên bêewle, hejariya jinan zêdetir kiriye. Di sala 2022’an de tundiya fîzî sedî 44,44 û di sala 2023’an de jî sedî 44,07 e. Tundiya derûnî di sala 2022’an de sedî 44,44 e û di sala 2023’an de jî 42,37 e. Mobînga cihê kar di sala 2022’an de sedî 3,85 û di sala 2023’an de 3,39 e. Daxwaza alîkariya madî di sala 2022’an de sedî 8,89 e û di sala 2023’an de sedî 10,17 ye.
 
* Di sala 2023yan de kêmbûneke watedar xuya dibe di wan rêjeyan de bê ka serlêderên tûşî tundiyê bûyî xwedî rapora lêdanê ne an na. Di vê kêmbûna sala 2023yan de du faktorên girîng derdikevin pêş: Zêdebûna hejariya jinan a ku kûrtir dibe û wernegirtina xizmeta bi zimanê dayîkê ya wek mekanîzmaya tundiya hemberî jinan.”
 
Têkildarî rapora tundiyê Ay ev agahî parve kir: 
 
“* Di sala 2023’yan de kêmbûneke watedar xuya dibe di wan rêjeyan de bê ka serlêderên tûşî tundiyê bûyî xwedî rapora lêdanê ne an na. Di vê kêmbûna sala 2023’yan de du faktorên girîng derdikevin pêş; zêdebûna hejariya jinan a ku kûrtir dibe û wernegirtina xizmeta bi zimanê dayîkê ya wek mekanîzmaya tundiya hemberî jinan.
 
* Hatiye çavdêrîkirin ku hejmara wan serlêderan li gorî 2022’yê zêdetir bûye ku ji aliyê mêrê xwe tûşî tundiyê bûne. Di beşa kiryarên tundiyê de endamên mêrên malbatê 2022’an de sedi 11,54 û 2023’an de jî sedî 17,65 ye. 2022’an de mêrê ku pê re zewiciye sedî 59,62 û 2023’an de jî sedî 61,65 e. 2022’an de mêrê berê sedî 19,23 û di sala 2023’an de 10,29 e. Mêrê ku niha pê re ye di sala 2022’an de sedî 11,54 e û 2023’an de jî sedî 10,29 e.”
 
PÊŞNIYAR
 
Herî dawî jî di raporê de ev pêşniyar hatin kirin: 
 
* Di serî de CEDAW û Peymana Stenbolê, tenzîmên serekî yên navneteweyî yên bi armanca parastina mafên mirovî yên jinan ku Tirkiye jî alîgirê wan e û di serî de qanûna hejmar 6284’ê, hukmên mewzûata neteweyî yên berdest û li ser bingeha van tenzîman, divê ji aliyê mekanîzmayên tekoşîna li dijî tundiya jinan ên li Wanê baş bê famkirin, qebûlkirin û tetbîqkirin.
 
* Divê çi li saziyên giştî çi li saziyên civaka sivîl ên li Wanê, pisporên kurdîzan bêne xebitandin. Herweha divê xizmetên pêşkêşkirinê yên saziyên giştî yên vê qadê li Wanê hebin da ku xizmeta bi zimanê dayîkê bidin serlêderan.
 
* Hukmên di Qanûna hejmar 6284ê û Rêziknameya Derbarê Navenda Çavdêrî û Astengkirina Tundiyê de, divê ji aliyê saziyên berpirsyar ên parastina jinan ji tundî û cihêkariyê ve bêîstîsna bêne tetbîqkirin.
 
* Divê pêvajoyên îdarî, hiqûqî û edlî yên li Wanê bi lez bi encam bibin, pergala darizandinê û endamên wê divê tenzîmên neteweyî li gorîî standardên navneteweyî şirove û tetbîq bikin.
 
* Divê sazî demildest wan biryarên parastina jinan a ji tundiyê wergirin da ku jin tûşî trawmayên duyem nebin an jî piştî gilîkirinê nekevin nav çerxeke nû ya tundiyê. Hewce ye pêvajoyên hiqûqî bêne bilezkirin ji bo ku edaleta civakî bê cîbicîkirin.
 
* Divê mekanîzma û xizmetên eleqedar ên li Wanê yên li ser têkoşîna hemberî tundiyê ji bo wan gund û taxên derbajar bê nasandin ku ji gelek derfetan bêxeber in û divê jin bên teşwîqkirin û handan ku mafên xwe hîn bibin.
 
* Li gorî Qanûna Şaredariyê, şaredariyên bajarên mezin û şaredariyên nifûsa wê zêdetirî 100.000’î mecbûr in mêvanxaneyan bo jin û zarokan vekin. Şaredariyên din jî li gorî rewşa xwe ya darayî û xizmetên hewcetir, dikarin ji bo jin û zarokan mêvanxaneyan vekin. Li gorî îstatîstîkên 2021’ê yê Wanê xwedî nifûsa 862.757’î, divê li navenda bajêr û navçeyên wê li gorî vê qanûnê stargehên mirovan bên vekirin.
 
* Hêzên ewlekariyê yên di nav mekanîzmayên tundiya hemberî jinan de, hemû beşên di bin banê Wezareta Xizmetên Malbatî û Civakî de, endamên dozgeriyê, xebatkarên Dadgehên Malbatî û buroyên alîkariya edlî, xebatkarên tenduristiyê, divê faydeya giştî ya jin û zarokan li ber çavan bigirin û li gorî tenzîmên neteweyî û prensîbên pîşeyî şêwirmendî, xizmet û rêberiyê bikin.”
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.