‘Bûyera Gulistan Dokûyê şerê taybet bi xwe ye’

  • jin
  • 16:09 24 Mijdar 2023
  • |
img
DÊRSIM - Parlamentera HEDEP’ê Ayten Kordû ya di paneleke li Dêrsimê hate lidarxistin de axivî, anî ziman ku tundiya li dijî jinan a li bajêr bi polîtîkayên şerê taybet tê pêşxisitn û wiha got: “Gulistan Dokû li ku ye? Ev polîtîkaya şerê taybet bi xwe ye.”
 
Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navnetewî li Dêrsimê bi serenavê “Tundiya dewlet û mêr, Mafên Me û Têkoşîn” panelek hate lidarxistin. Di panela ku li restoraneke bajêr hate lidarxistin de Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Dêrsimê Ayten Kordû û Rêvebera Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Fethiye Yildirim weke axivîner tev li bûn. 
 
‘DIVÊ GUHERÎNA ZÎHNIYETÊ LI MALÊ DEST PÊ BIKE’ 
 
Rêvebera DAD’ê Fethiye Yildirim a di panelê de ewilî axivî, diyar kir ku ji bo pêşiyê li tundiya li ser jinan bigirin divê zihniyet were guhertin, guhertina zîhniyetê jî li malê dest pê bike. 
 
‘JIN BÊ ÇARE NÎNIN’ 
 
Yildirim a li se cureyên tundiyê yên jinan hedef digirin sekinî wiha got: “Em çavkaniya vê jiyanê ne. Heke jin nebûna, jiyan jî nedibû. Pergala di her qada jiyanê de bêçare maye, zextê li jinan dike. Lê li dijî evqas zilmê jin ne bêçare ne. Li welatê me qanûn nînin. Em jî bêyî ku ji tiştekî bitirsin mafên xwe bi dest bixin.”
 
‘TUNDIYA LI SER JINÊ BI POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET TÊ PÊŞXISTIN’ 
 
Kordû, anî ziman ku li Tirkiyeyê “qirkirina jinan” heye û bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên li Dêrsimê tên meşandin. Kordû di vê mijarê de wiha got: “Tundiya li ser jinê li herêma me bi polîtîkayên şerê taybet tê pêşxistin. Gulistan Dokû li ku ye? Ev polîtîkaya şerê taybet bi xwe ye. Gulistan Dokû mînakeke şênber e. Di daxuyaniyeke herî biçûk de polîs beriya me tê, li her derê MOBESE hene. Hêj jî ji bo Gulistan Dokû tiştek nîne. Em ê sibê jî li qadan bêjin ku Gulistan Dokû li ku ye, hûn çima faîlan diparêzin. Em navê vê dizanin. Ev polîtîkaya şerê taybet e. Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê rastî sixurtiyê tên kirin. Li vî bajarî tecrîdek heye. Polîtîkaya tecrîdê ya herî mezin jî ji Îmraliyê dest pê kir û belavî hemû civakê û jinan dibe.”
 
‘EM DEST JÊ BERNADIN LI HER DERÊ NE’ 
 
Kordû, destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên tên meşandin dê têkoşîna xwe bidomînin û ev tişt gotin: “Têkoşîna jinan têkoşîneke dem dirêj e. Em dest jê bernadin, em li her derê ne, em ê li her derê bin. Tundiya li ser jinê têkoşîna me hemûyan e. Em ji bo elewî û kurd in rastî tundiyê tên. Divê em li ser vê yekê têkildarî polîtîkayên jinan gotina xwe bêjin. Divê têkildarî meşandina têkoşîneke xurt em rêyên çareseriyê ava bikin.”
 
Piştî axaftinan pirsên guhdarvanan hatin bersivandin. Panel bi guhdariya muzîkê bi dawî bû.