Li Mûglayê jinek ji aliyê kurê xwe ve hate qetilkirin

  • jin
  • 10:28 25 Mijdar 2023
  • |
img
MÛGLA - Li Bodrûmê Fîgen Bezmez ji aliyê kurê xwe yê 16 salî ve bi kêrê hate qetilkirin. 
 
Fîgen Bezmez (47) ku li navçeya Bodrûm a Mûglayê dijî ji aliyê kurê xwe yê 16 salî ve bi kêrê hate qetilkirin. Di bûyera li malê qewimî de li ser Bezmez derket hewşa malê û alîkarî xwest li ser agahdarkirina cîranan tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê. 
 
Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê diyarkirin ku Bezmez jiyana xwe ji dest daye. Tîmên polîsan ên hatin malê zarok binçavkirin. Hate zanîn ku di dema bûyerê de zarokekî 12 salî jî li malê bûye. Piştî lêkolîna cihê bûyerê cenazeyê Fîgen Bezmez ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bodrûmê. 
 
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.