‘Divê tu kes li hemberî tecrîdê bêdeng nemîne’

  • jin
  • 16:04 15 Kanûn 2023
  • |
img
ŞIRNEX - TJA di çarçoveya kampanyaya xwe de li navçeya Silopiyayê bi dayikan re civiya û bal kişand ser tecrîdê. Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan got ku tecrîd herî zêde bandorê li jinan dike û divê herî zêde jin li dijî wê derkevin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya “Bi jin, jiyan, azadî ber bi azadiyê ve” de li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi jinan re civiya. Di civînê de jinan bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin. Civîn, li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Silopiyayê hat lidarxistin. 
 
Hevşaredara DEM Partiyê ya Silopiyayê Adalet Fîdan di civînê de axivî û bal kişand ser tecrîdê. Fîdan, wiha got: “Divê ku tu kes li hemberî tecrîdê bêdeng nemîne. Di çarçoveya kampanyaya TJA’yê de em li her deverê tecrîdê nîqaş dikin. Tecrîd herî zêde jî bandorê li me jinan dike. Lewma divê divê herî zêde jin li dijî tecrîdê dengê xwe derxînin. Divê em tecrîtê qebûl nekin û li dijî wê tebikoşin.”
 
JI BO OCALAN GORE Û LÎF RISANDIN
 
Piştî axaftinan, dayikan gore û lîf risandin. Gore û lîfên ku tên çêkirin dê ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî re bênn şandin. Bername bi gotina klaman berdewam kir û bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.