Gokkan: Divê saziyên mafên mirovan têkevin nava liv û tevgerê

  • jin
  • 09:08 19 Kanûn 2023
  • |
img
RIHA - Berdevka berê ya TJA'yê Ayşe Gokkanê got: "Ji ber ku ez li dijî zextên dewletê yên li ser jinan û kurdan rabûm, ez hê jî têm cezakirin. Lê ez li ku derê bim jî dê têkoşîna min bidome. Pêwîst e saziyên hiqûqî û mafên mirovan ji bo pêşîgirtina li van binpêkirinan bikevin nava liv û tevgerê."
 
Berdevka berê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ku di 28'ê Çileya 2021'ê de li Amedê bi îdiaya "Rêvebera rêxistinê ye" û "endamê rêxistinê" ye hat girtin, di 2'yê Adara 2023'yan de ew şandin Girtîgeha Jinan a Sîncanê.
 
Ayşe Gokkan a niha li Girtîgeha Sîncanê girtî ye, nameyek ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re şand û di nameyê de binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û şert û mercên girtîgehê yên li girtiyan pêk tên vegotin. 
 
Gokkanê di nameya xwe de anî ziman ku gava girtî sewqî dadgehê tên kirin rastî lêgerîna tazî ya li hemberî rûmeta mirovî tên. Gokkanê tundiya zayendî ya li Girtîgeha Kandirayê li Garîbe Gezerê hat kirin bi bîr xist û diyar kir ku Gezer li hember van kirinan hew deyax kiriye û ber bi xwekuştinê ve hatiye hêlkirin. 
 
'EZ BI XWÎNRIJIYA MÊRÎ RE RÛ BI RÛ MAM'
 
Gokkanê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên rewşa wan giran û got ku heta nefesa dawî tên îşkencekirin û mafê wan ê dermankirinêt ê binpêkirin û bi vî awayî "tên kuştin." Gokkanê anî ziman ku di sala 2022'yan de 79 girtiyên nexweşên giran ji ber raporên "dikare di girtîgehê de bimîne" yên Saziya Tiba Edlî (ATK) di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dane û têkildarî mafê tenduristiyê de ev tişt gotin: "679 nexweşên giran li benda mirinê ne. Mafê tendirustiyê û dermankirinê wekî rêbazeke îşkenceyê tê bikaranîn. Ji ber ku di wext de dermanên tansiyona bilind nedan min, ez gelek caran bi xwînrijiya mêjî re rû bi rû mam. Ji ber derî û paceyên zengargirtî yên girtîgehê me daxwaza derziya tetanosê kir, lê belê hê jî em aşî nekirine. Me doza aşiya rehîmê kir, lê hê jî aşî nehatiye kirin." 
 
AVA PAQIJ BI DEST WAN NAKEVE
 
Gokkanê diyar kir ku ava qirêj ji kaniyên girtîgehê diherike û ew nikarin ava paqij bi dest bixin û ji neçarî ji kantînê avê bi fiyetekî buha dikirin. Gokkanê anî ziman ku di warê xwarinê de gelek pirsgirêkên wan hene û got ku ji ber ew veteryan e birçî tê hiştin û bi vî awayî tê cezakirin û tim xwarinên bi karbonhîdrat tên dayîn. Gokkan wiha axivî: “Li kantîna girtîgehê sebze û fêkî nayên firotin, xwarin jî di nêvengeke paqij de nayên amadekirin. Ji nav xwarinên Girtîgeha Amedê parçeyên mişkan derketibûn. Li Sîncanê ji nav xwarina ji bo vejeteryanan cismekî 13-15 santîm derketibû û vîdeyeke metal di nava nên de hebû. Her çend me ji bo vê serî li dozgeriyê da jî, tu tişt jê derneket. Amûrên paqijiyê ûpir nayên dayîn."
 
WEŞANÊN KURDÎ NAYÊN DAYÎN
 
Gokkanê diyar kir ku Kovara Jîneolojî û rojnameya Xwebûnê bi hinceta "ewlehiyê" nehatine dayîn û got ku nameyên bi kurdî bi mehan e ji aliyê îdareyê ve nayên dayîn. Gokkanê got: "Mafê telefonê heftê 10 deqeyan e. Hem em hem jî malbatên me di nava fikar ût irsê de tên hiştin. Min xwest bi rêya telefonê hevdîtinê bi birayê xwe yê girtî re bikim, lê mehekê ez eware kirim. Li girtîgehan kargoya di navbera girtîgehan de qedexe ye." 
 
QEDEXEKIRINA HEVDÎTINÊ
 
Gokkanê diyar kir ku dema parlementer hatine serdana wê, gotine "“qedexeya hevdîtinê heye” û bi vî awayî hevdîtian wan hatiye astengkirin û got ku çendî qedexeyeke qanûnî tune ye jî wiha hatiye kirin. 
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN
 
Gokkanê binpêkirinên mafan ên din ên li girtîgehê wiha ragihandin: "Daxwaza me ya guhertina qawîşê bi hinceta xetere ye tê redkirin. Di serdegirtinên di bin navê lêgerînê de cil û bergên me tên belavkirin û galoş nayên bikaranîn. Bi awayekî paqji li nav cil û bergên me yên bin lêgerîn nayê kirin. Qadên jiyanêheftê heft roj û rojê 24 saetan bi kamerayan tên şopandin. Ji bo paqijkirina hewadariyêt u amûrên paqijiyê nayên dayîn. Em rastî nêzîkatiyên nijadperest tên. Kincên ji min re hatin ji ber hin rengên kesk û sor û zer ên li ser wan nehatin dayîn. Li Girtîgeha Jinan a Amedê di erdheja 6'ê Sibata 2023'yan de em di qawîşan de hiştin û terkî mirinê kirin. PIştî erdhejê bi 4 saetan em derxistin hewadariyê." 
 
115 SERLÊDAN
 
Gokkanê ragigahn ku di warê binpêkirina mafan de, der barê îdareya girtîgehê, gardiyan û leşkerên peywirdar de 115 caran serî li Dadgeriya Înfazê, Serdozgeriya Komarê, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê û rêxistinên mafan ên neteweyî û navneteweyî daye û dosye berpêş kirine, lê hê jî tu encam bi dest neketiye. 
 
BANG LI SAZIYÊN DEMOKRATÎK KIR
 
Gokkanê bi bîr xist ku saziyên demokratîk ji bo parastina mafê hêviyê yê girtiyan dikarin çi bikin û got: "Ji Wezareta Dadê re name û faks tên şandin. Dîsa saziyên têkildar dikarin wekî heyet biçin girtîgehên Tirkiyeyê. Bi name û faksan ên ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê re tên şandin, peydekirina hesasiyetekê pêkan e. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî dikare dadgehan bişopîne û dikare mijara ku dadgeh adil in yan na bike rojev. Raporên der barê rewşa me de dikarin ji saziyên wekî Rêxistina Mafên Mirovan a Navneteweyî, Freedom House, Freedom Now, Front Line, Defenders, Human Rights Watch, Madre, Yekîtiya Jinan a Navneteweyî ji bo Aştî û Azadiyê, WILPE, Rêxistina Cîhanî ya Li Dijî Îşkenceyê û CPT'yê re bên şandin.Dema piştgirî zêde bibe, Tirkiye dê dest ji binpêkirina mafan a li girtîgehan berde."
 
Gokkanê got: "Ji ber ku ez li dijî zextên dewletê yên li ser jinan û kurdan rabûm, ez hê jî têm cezakirin. Lê ez li ku derê bim jî dê têkoşîna min bidome. Pêwîst e saziyên hiqûqî û mafên mirovan ji bo pêşîgirtina li van binpêkirinan bikevin nava liv û tevgerê."
 
MA / Ceylan Şahînlî