Li Afyonê zilamekî 3 jê jin, 4 kes qetil kirin

  • jin
  • 10:02 20 Kanûn 2023
  • |
img
AFYON - Li Afyonê zilamê bi navê Mert Mûharrem T. Havva Şenol a dest ji hev berdabûn, dayik, bav û dapîra wê bi çeke qetil kirin.  
 
Li taxa Ûgûr a bajarokê Çagirbag a navenda Afyonkarahîsarê zilamê bi navê Mert Mûharrem T. Havva Şenol a dest ji hev berdabûn, dayika wê Cemîle Şenol, bavê wê Adem Şenol, dapîra wê Emîne Taniş qetil kirin. Piştî ku dengê çekê hatiye bihîstin, kesên li derdorê agahî dane polîs û tîmên tenduristiyê. Tîmên tenduristiyê diyar kirin ku 4 kes hatine qetilkirin.
 
Kujer piştî qetlîam pêk anî, ji cihê bûyerê reviya. Walî Kubra Yigitbaşi piştî bûyerê daxuyanî da û da zanin ku ji bo girtina faîl, xebat hatine destpêkirin.