DEM Partiyê banga serlêdanê li jin û ciwanan kir

  • jin
  • 13:12 20 Kanûn 2023
  • |
img
EDENE - Komîsyona Hilbijartinê ya Jinan a Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê, ji bo bajaran bi hev re birêvebibin û hevjiyaneke azad ava bikin, bang li hemû jin û ciwanan kir ku bila ji partiya wan bibin bernamzet. 
 
Dema serlêdanê ya ji bo hilbijartinên herêmî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) cara duyemîn heya 25’ê kanûnê hate dirêjkirin. Komîsyona Hilbijartinê ya Jinan a Rêxistina Edeneyê derbarê serlêdanên bernamzetiyê de daxuyaniyek da. 
 
Endama Meclisa Partiyê (PM) parêzer Fûnda Bûyrûk a di komîsyonê de cih digire, di daxuyaniyê de anî ziman ku ew wek DEM Partiyê dixwazin şaredariyên navçeyên Seyhan, Ceyhan û Yuregîrê bi dest bixin û da zanîn ku dê ji van navçeyan namzetan nîşan bidin. 
 
Bûyrûk di daxuyaniyê de banga bernamzetiyê kir û wiha axivî: “Em hemû jinên ku ji bo ked, nasname û bedena xwe kolanan naterikînin, di her şert û mercan de seri li desthilata serdest a mêr netewandine û wekhevî, azadî û edaletê dixwazin, vedixwînin ku bila werin em bi hev re bixebitin û bi ser bikevin. Em bang li  hemû jin û ciwanan dikin ku ji bo bi  hev re bi ser bikevin, bajaran bi hev re bi rê ve bibin û hevjiyana azad ava bikin, bila werin ji DEM Partiyê bibin bernamzet.”
 
Daxuyanî bi diruşmeya “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.