Du caran mala wê hate şewitandin, zarokên wê yên cêwîk hatin kuştin

  • jin
  • 09:21 30 Kanûn 2023
  • |
MÊRDÎN - Dema zarokên cêwîk ên Salîha Îlhan a 74 salî yek rojî bûn di encama şewitandina gundê wan de hatin qetilkirin. Kurekî wê 30 salan girtî ma, kurê wê yê din ê bi darê zorê leşkerî kir jî ji ber zexta lê hate kirin êdî nikare biaxive. Îlhan a hêj keça wê girtî ye wiha got: “Ez ne poşman im, hemû kedên min dane helal bin.”
 
Yek ji bajarên Kurdistanê ku di salên 1990’an de bi awayekî herî giran gund lê dihat şewitandin û vala kirin jî Mêrdîn bû. Çîroka dayika 14 zarokan Salîha Înan a 74 salî ku li Mêrdînê dijî, mînake herî şênber a êşên ji ber kurdbûnê ye. 
 
PITIKÊN CÊWÎK ÊN YEK ROJÎ HATIN QETILKIRIN 
 
Sala 1992’yan destpêka pêvajoya ku zilm li malbata Îlhan hatiye kirine. Îlhan a bi zarokên xwe re li gundê Kaniya Şêx dijî, rojekê berî ku leşker bi ser gund de bigirin zarokên wê yên cêwîk hatin ser dinê. Navê yekê kir Ferman yê din jî kir Kirhan. Leşkeran di dema serdegirtinê de bi îdiaya “PKK’iyan vedişêrin” bi ser mala malbata Îlhan de girtin. Kesên li malê hatin derbkirin, piştî ku mal ser û bin kirin şewitandin. Zarokên Salîha Îlhan ên nû ji dayik bûn, wê rojê dû bandor li wan kir û jiyana xwe ji dest dan. 
 
KETIN RÊYA KOÇÊ 
 
Li ser vê yekê malbata Îlhan neçar ma koçî gundê Qûrdîs bike. Gundê Qûrdîs jî piştî demekî kurd hate şewitandin û valakirin. Li ser vê yekê malbatê koçî gundê Kûrika Çeto kir. Piştî ku zextên li wan dihatin kirin berdewam kirin malbatê mala xwe bar kir û bir Edeneyê. Îlhan a hêj êşa pitikên xwe yên cêwîk ji dilê xwe neavêtî vê carê jî kurê wê yê 17 salî Veysel Îlhan hate girtin. Veysel Îlhan ê li Dadgeha Ewlehiya Bilind a Dewletê ya Amedê hate darizandin bi cezayê muebbetê yê hefsê hate cezakirin û 30 salan girtî ma. 
 
Malbat vê carê neçar ma berê xwe bide Stenbolê. Di sala 2017’an de jî keça Îlhan, Şengul ji ber tev li pîrozbahiya Newrozê bûye hate girtin û şandin girtîgehê. Lawê Îlhanê, Bûrhan jî ji ber nexweşiya şekrê jiyana xwe ji dest da. 
 
PIŞTÎ TIŞTÊN DÎTIN ÊDÎ NIKARE BIAXIVE
 
Kurê Îlhanê, Bawer ê ku di sala 2018’an de çû leşkeriyê, piştî ku vegeriya pirsgirêkên psîkolojîk jiyan. Bawer, diyar kir ku li leşkeriyê bûye şahidê îşkenceya leşkeran li cenazeyê jineke PKK’î kiriye û zext û zilma li leşkeriyê lê hatiye kirin vegot. Bawer ê li dijî tiştên ku jê re bû şahid pirsgirêkên psîkolojîk jiyan, ji sala 2018’an ve bi kesê re naaxive û di nav nivînan de dijî. 
 
Salîha Îlhan beriya 2 salan vegeriya Mêrdînê û li navçeya Qoserê bi cih bû. Pişt re derket holê ku di zarokên malbata Îlhan de nexweşiya şekirê ya genetîk heye û zarokên wan dest bi tedawiyê kirin. 
 
‘BI AWAYEKÎ TAZÎ LI BER BARANÊ SEKINANDIN’ 
 
Salîha Îlhan anî ziman ku di sala 1992’yan de leşkeran bi ser gundê wan de girtine, her der şewitandine, zarokên wê kuştine û anî ziman ku keçeke wê hatiye binçavkirin û heta nîvê şevê di bin çavan de maye. Îlhan, bi lêv kir ku mala wan jî hate şewitandin û wiha got: “Saet di 22.00’yan de em ji gund reviyan û derketin. Em çûn gundê Kurika Çeto. Em li wir jî hatin gilî kirin û neçar man ji wir jî derkevin. Pişt re çûn Qurdîsê. Li du gundan me karî 9 mehan bimînin. Li Qûrdîsê mala min şewitandin. Baran dibarî, zarokên min hemû derxistibûn hewşê. Bi awayekî tazî li ber baranê disekinandin. Pişt re em neçar man bikevin xaniyekî cam, derî û sewaxa wê neyî. Me lê nêrî li wir jî nabe, me her tişt kom kir û çûn Edeneyê. Li wir li zeviyên porteqal, pitat û zeviyan dixebitîn lê me nekarî li wir jî îdare bikin, em çûn Stenbolê.”
 
EZ TEVÎ EVQAS ÊŞAN ‘POŞMAN NÎNIM’  
 
Îlhan, bi lêv kir ku li Stenbolê jî gelek zehmetî kişandin û dawiya dawî vegeriyan Qoserê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Leşkeran zilm li me kir. Min gelek tişt dîtin. Min ewqas tişt dîtin ku kesê ewqas nedîtine. Dîsa jî hemû keda min daye helal be. Ez ne poşman im. Ez 30 salan li ber deriyê girtîgehan geriyam. Ne mala min ne jî tiştekî min ê din nîne. Li ser wê nexweşên min hene. Ez êdî pîr bûm nikarim bikim. Lê dîsa jî poşman nînim.”
 
Îlhan, bi lêv kir ku tevî hemû tiştên jiyaye jî beriya her tiştî aştiyê dixwaze û xwest ku tevî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girtiyên siyasî werin berdan. 
 
MA / Ahmet Kanbal