Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 320 jin hatin qetilkirin

  • jin
  • 12:39 1 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya tundiyê ya ya JINNEWS’ê, di sala 2023’an de herî kêm 320 jin hatine qetilkirin û 189 jin jî bi awayeke guman jiyana xwe ji dest dan.
 
Polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’a ku jin û zarok hedef girtiye di 2023’an de jî bingeha tundiyê amade kir. Di 2023’an de kuştinên jinan ku veguherî qirkirinê, bûyerên tundiyê yên di çapemeniyê de hatin dîtin girîngiya tabloyê nîşan dide. Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê di 2022’an de herî kêm 311 jin hatin qetilkirin û 181 jin bi awayeke guman jiyana xwe ji dest dane. Desthilatdarî li şûna li dijî tundiyê têbikoşe, êrîşên jinên ku li dijî tundiyê daketine qadan kir. Îsal heta 30’ê Kanunê li gorî daneyên çeteleyê di 2023’an de herî kêm 320 jin hatin qetilkirin û 198 jinan jî biguman jiyana xwe ji dest dan.
 
GUMANBAR NÊZ IN
 
Jin ji aliyê kesên herî nêzî xwe ve hatin qetilkirin. 102 jin ji aliyê mêrên pê re zewicandî, 34 jin ji aliyê mêrên dest jê berdane, 32 jin ji aliyê mêrên ku di asta destberdanê de bûn, 29 jin ji aliyê nasên xwe ve, 24 jin ji aliyê hevalên xwe ve, 20 jin ji aliyê xizmên xwe ve, 12 jin ji aliyê kesên nas nakin ve, 10 jin ji aliyê kesên pê re dijiyan, 9 jin ji aliyê kesên jê veqetiyane, 7 jin ji aliyê birayên xwe ve, 3 jin ji aliyê bav, 2 jin ji aliyê zava, yek jî ji aliyê destgirtiyê xwe ve hatiye qetilkirin.
 
Daneyên salê li gorî mehan wisa ye:
 
Di meha ewil a salê de 31 jin hatin qetilkirin, 9 jin biguman jiyana xwe ji dest dan. 
 
Di vê mehê de sûcên li hember zarokan jî berdewam kir. 4 zarok di meha çile de hatin qetilkirin û 2 zarokan jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
 
Di meha sibatê 10 jin, 2 zarok hatine qetilkirin û 10 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Her wiha sê jin jî bi hewldana qetilkirinê re rû bi rû man. 
 
Sê jin ji aliye mêrên ku dest jê berdabûn, du jin ji aliyê mêrê pê re zewicandî, yek ji aliyê bav, yek ji aliyê bira û yek jî ji aliyê hevalê xwe ve hat qetilkirin. Jinek ji aliyê mêrê ku pê re di asta destberdanê de bû hat qetilkirin. Jinek din jî ji aliyê mêrê ku der barê wî de biryara dûrxistinê hebû ve hat qetilkirin.
 
Di meha adarê de 22 jin hatine qetilkirin û 16 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Di meha adarê de dîsa zarok bûn hedefa mêran.
 
Di meha adarê de bajarê ku herî zêde jin lê hatine qetilkirin Stenbol bû. Li Stenbolê 4, li Xarpêtê 1, li Îzmîrê 2, li Manîsayê 2, li Mêrsînê 2, li Orduyê 1, li Êlihê 2, li Antalyayê 1, li Enqereyê 1, li Artvînê 1, Edeneyê 1, Meletiyê 1, Denîzliyê 1, Yozgatê 1, Rihayê jinek hatin qetilkirin.
 
Di meha nîsanê de 23 jin û 4 zarok hatin qetiklirin. 17 jin û 4 zarokî biguman jiyana xwe ji dest dan.
 
Di meha gulanê de 39 jin û zarokek hatin qetiklirin. Jinek jî bi hewldana qetilkirinê re hat rû hev. 23 jin û 3 zarokî bi guman jiyana xwe ji dest da. Pitikek di encama destdirêjiyê de jiyana xwe ji dest dan.
 
Di meha hezîranê de 25 jin hatine qetilkirin û 24 jin û 5 zarok bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Li Îzmîrê 6, li Dîlokê 2, li Eskîşehîrê 1, li Konyayê 1, li Kocaeliyê 1, li Qersê 1, li Antalyayê 2, li Ankarayê 2, li Aksarayê 1, li Edenê 2, li Karabukê 1, li Stenbolê 2, li Manîsayê 1 û li Îzmîtê jî jinek hatin qetilkirin
 
Di meha tîrmehê de 26 jin û 2 zarok hatine qetilkirin û 9 jin û 4 zarok bi guman jiyana xwe ji dest dane. 3 jin bi hewldana qetilkirinê re hatine rû hev.
 
Li Stenbolê 7, li Mersînê 2, li  Enqereyê 2, li Nevşehirê 2, li Manisayê 2 û li Bursa, Antalya, Çorum, Mêrdîn, Samsun, Êlih, Dîlok, Sakarya, Giresun, Meletiyê û Îzmirê jî jinek hatin qetilkirin.
 
Di meha tebaxê de 28 jin û 2 zarok hatin qetikirin. 21 jin û du zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. 4 zarok bi hewldana qetilkirinê rû bi rû man.
 
Di meha îlonê  32 jin û 3 zarok hatin qetilkirin, 22 jin û zarokekan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane û jinek jî bi hewldana qetilkirinê re rû bi rû ma.
 
Di meha cotmehê de 28 jin hatine qetilkirin, 13 jin û 3 zarokan jî bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest dane. Hewiha hewl hatiye dayîn ku 2 jin jî werin qetilkirin.
 
Di meha mijdarê de 36 jin hat qetilkirin û mirina 23 jinan bi guman e, 6 zarok hatin qetilkirin û 7 jin jî ji kuştinê rizgar bûn.
 
Di meha dawî ya salê çileyê de 20 jin hatin qetikirin, 2 jin û du zarokan jî biguman jiyana xwe ji dest dan.